Sirrî Sureyya Onder ji bo berbijêriya parlamenteriyê serlêdan kir

05-04-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Sirrî Sureyya Onder Partiya Kesk a Çep
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê berê Sirrî Sureyya Onder ji bo parlamenteriyê carek din bû berendam.

Sirrî Sureyya Onder ku di herdu xulên 24 û 25mîn ên parlamentoya Tirkiyê de parlamenter bû, ji bo parlamenteriya Stenbolê serî li Partiya Kesk a Çep da.

Berendamtiya Sirrî Sureyya Onder ku bi axaftinên xwe yên li parlamentoya Tirkiyê gelek caran dibû rojev, li ser Twitterê bû mijareke germ.

Onder jî yek ji wan kesan bû ku di heyama “pêvajoya çareseriyê” de di nav Şanda Îmraliyê ya ji bo dansûtandin de cih digirt.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst