Zarokeke Sûrî piştî nêzîkî 54 rojan bi dayika xwe şad bû

05-04-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fatin Begdaş piştî 128 demijmêran ji bin kavilên mala xwe hatibû rizgarkirin. Ew di erdhejê de ji Hatayê bo Enqerê hatibû veguhestin û piştî nêzîkî 54 rojan bi dayika xwe şad bû.

Hinek serpêhatiyên ecêb di erdheja 6 meha Sibatê de çêbûn. Weke ya zaroka Sûrî Fatin ku 128 demjimêran di bin kavilên mala xwe de mabû.

2 meh di ser erdheja 6ê sibatê re derbas dibin, lê hîn jî bandorên wê li ser xelkê wan navçeyan maye ku erdhej lê çêbûye.

Navê vê zaroka Sûriyeyî Fatin Begdaş e. Roja 6ê Sibata îsal dema erdheja wêranker a Mereşê çêbû, li parêzgeha Hatayê ya Tirkiyê ligel endamên malbata xwe ket bin kavilên avahiyan.

Piştî 128 demjimêran ji aliyê tîman ve hat rizgarkirin. Ji ber malbata wê nehat dîtin li stargeheke demkî ya Enqerê dima. Çavdêrên wê navê keçikê kiribûn Gîzem, niha temenê wê sê meh û nîv e.

Wezîra Malbat û Karûbarên Civakî ya Tirkiyê Derya Yanik anî ziman, “Ji 15ê Adarê ve, em li ser hewlên xwe berdewam in ji bo dîtina malbatên van zarokên bêkes. Dayika wê jî li vê nexweşxaneya bajêr çareseriyê werdigire. Dema em gihîştin wê baweriyê ku dibe yeksanbûn hebe, me bi rêya pişkinîna DNA destnîşan kir ku Yasemîn Xan dayika wê ye.”

Ev pitik piştî nêzîka 54 rojan, Îna borî li nexweşxaneyeke giştî ya bajarê Edenê bi dayika xwe şad bû. Yasemîn Begdaşî ya dayika wê ji erdhejê rizgar bûye lê bav û du birayên wê canê xwe ji dest dane.

Wezîra Malbat û Karûbarên Civakî ya Tirkiyê Derya Yanik got, “Beşdarbûna vê kêfxweşiyê bo me jî bi wate ye, hêvîdar im Xwedê temenekî dirêj û bextewer bide wan û careke din ji hev cûda nebin.”

Li gor amarên fermî, ji hezar û 915 zarokên rizgarbûyên erdhejê ku ji malbatên xwe qut bûne, hezar û 649 zarok radestî malbatên wan hatine kirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ji ber erdheja Mereşê heta niha nêzîkî 50 hezar û 500 kesan canê xwe ji dest dane. Li Tirkiyê nêzîkî 3 milyon û 500 hezar penaberên Sûrî dijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst