Rêxistinên Navdewletî: Hêzên emnî li herêmên erdhejê mafên mirovan binpê kirine

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Efûyê ya Navdewletî û Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirov (HRW) dibêjin, piştî erdheja 6ê Sibatê ya Mereşê hêzên emnî yên Tirkiyê ku bo herêmên erdhejê hatine şandin, îşkence li gumanbarên diziyê kirine û li wan dane.

Rêxistina Efûyê ya Navdewletî û Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirov (HRW) derbarê binpêkirinên li herêmên erdhejê de daxuyaniyeke hevbeş belav kirin. Di daxuyaniyê de tê gotin, di nav her şertekî de îşkence qedexe ye û li gor yasayan nayê qebûlkirin.

Li gor rapora her du saziyan ku bi hevdîtina ligel 34 kesên rûbirûyê îşkence û helwêsta xirab bûne hatiye amadekirin, li herêmên erdhejê hêzên emnî, “di 13 bûyerên cuda de îşkence li 34 mêran kirine. 2 kesan gotine cendirme çek daniye ser serê me û gef li me xwarine û şahidên bûyerê jî hene. Di çar bûyeran de kesên rûbirûyê îşkeceyê bûne welatiyên Sûriyê bûne.” Herwiha di hinek bûyeran de kesên sivîl jî beşdarî îşkencekirinê bûne.

Dîrektorê Ewropa û Asya Navîn yê Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirov Hugh Williamson derbarê binpêkirinên hêzên emnî yên Tirkiyê de dibêje: “Zanyariyên ewle yên bi zorê girtina ne qanûnî û kêfî, tundûtûjiya fizîkî bi demeke dirêj a li dijî gumanbarên tawanê ji aliyê polîs, cendirme û leşkeran ve li herêmên erdhejê nîşaneyeke şokê ya tedbîrên hêzên emnî ye.”

Her du saziyan ji Tirkiyê daxwaza van rêkaran kirine:

- Derbarê binpêkirinên hêzên emnî de lêpirsînên serbixwe bên kirin û tawanbar bên cezakirin.

- Divê çalakiyên nijadperestî û dijminkarî, gefên bi devkî û êrîşên fizîkî yên li dijî Sûriyeyî û biyaniyên din bi berfirehî bên lêkolînkirin.

- Divê mafê qerebûyê bo mexdûrên tundûtûjiyê bê dayîn.

- Divê ji bo darizandina tawanbaran karên yasayî yên pêwîst bên kirin.