Fazil Say bo CHPê: Hûn ji pirsa Kurd ditirsin!

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê bi navûdeng ê Tirkiy Fazil Say rexne li Partiya Komarî ya Gel (CHP) girt û got: “Hûn ji desthiltê û ji pirsa Kurd a 40 salî ditirsin!”

Piyanîst û bestekar Fazil Say ku wek alîgirekî CHPê tê naskirin, li ser hesabê xwe yê Instagramê bi sernavê “Bo CHPê rexneyeke naçîzane” peyamek belav kir û têde ew rexne li wê partiyê girt.

Fazil Say di peyama xwe dibêje: “Ez kengê di televîzyona Halk TVê de nîqaşekê temaşe bikim, kengê li dikanekê ji dûr rastî manşeta rojnameya Sozcuyê werim, kengê kesekî CHPyî di kanalekê de dibînin diaxive; tim hemaş tiştan hîs dikim; Tirs, Tirs, Tirs…”

Say di peyama xwe de amaje bi wê yekê dike ku tirs ji bo serkevtinê tiştekî xirab e û dibêje: “Tirs ji xwe destpê dike. Mixabin berevajoyê hezkirinê ye û kesên ne wêrek be, nikarin hez jî bikin. Hûn nikarin bi ser bikevin birayê min! Hûn ji serkeftinê jî ditirsin! Hûn ji desthilatê ditirsin. Hûn ji gihiştina nifşê nû, ji pirsa Kurd a 40 salî ditirsin.”

Di berdewamiya rexneyên xwe de Say dibêje: “Hûn bi van tirsên xwe dê nekarin sekularîzmê biparêzin. Kesê sekularîzmê neparêze dê berevaniya mafê jinan bike? Pandemî, ev şaşî, rewşa Tirkiyê; û her tişt… Jixwe we qet Ataturk fam nekiriye, hûn 100 salan li paş Ataturk in. Weke sala tirsê ji 100 salan li paş sala ronahiyê tên. Atatkur îro gelek li pêş we ye, çimkî ew neditirsa. Tirs bi salên ronahî tê pîvan.”

Piyanîst Tirk herwiha got: “Hûn di serdema tirsê de ne. Û mixabin hûn bi vê yekê bandore li ser me jî dikin û me dihelînin. Ev tirs dibe sedem ku hûn li vî welatî hêviyê nedin ciwan û jinan. Ez tenê vê yekê pêşniyar dikim, kesên ku hejmara kesên ku netirsin di nav xwe de zêde bikin. Hejmara jin û xortên wêrek zêde bikin. Dest ji tirsê berdin. We xwe asê kiriye, wan xem û kulan li ser xwe bavêjin. Nefesekê hildin. Nefes. Baweriyê bidin.”