Selahattîn Demîrtaş bang li opozîsyonê kir

05-04-2021
RÛDAW
Nîşan Selahattîn Demîrtaş HDP CHP AKP MHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş di girtigeha Edîrneyê de bang li opozîsyonê kir ku “tifaqa demokrasiyê” ava bikin.

Hevserorkê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş hewlên girtina HDP wek “xefika parçekirina opozîsyonê binav kir û got “MHP ji bo dewletê ji nû ve dîzayn bike AK Partiyê bikar tîne lê ewê di vê mijarê de bisernekeve.”

Demîrtaş bi nivîskî bersiva pirsên Reutersê da û tê de ji partiyên opozîsyonê daxwaz dike ku `bêyî ku li benda hilbijartinên 2023an bisekinin, divê li ser lihevkirineke nirxên demokratîk ên hevbeş niha tifaqek saz bike.`

Demîrtaş got “Hemû partiyên ku dixwazin ji bo demokrasiyê mil bi mil têkoşîn bikin, divê werin ba hev. Zext, zilm û xirab bûn her ku diçe zêde dibe. Ji ber vê yekê bêyî ku li benda hilbijartinan bisekinin, ji îro pê ve sazkirina tifaqa demokrasiyê dê pir bi wate û hêja be.”

Di derbarê hewlên girtina HDPê jî Demîrtaş wiha got “AKP û Erdohan hemû rêgezên avakirina xwe danine aliyekî. Ji ber vê yekê ne ecêb e ku wan dev ji rêgezên girtina partiyan berdave. Ji ber ku li ser desthilatê bimînin tiştek ku nekin tineye. Ev jî dide nîşanda ku ji bo wan alternatifên siyasî kêm bûne. Yek ji armanca doza girtinê jî, di nav opozîsyonê de nakokiyan derxin, opozîsyonê lawaz bikin û perçe bikin. Divê opozîyon nekeve vê xwefikê.”

Li ser pirsa, di hewlên girtinê de zêxtên ku ji aliyê MHPê ve tên, rolek heye an na, Demîrtaş wiha bersiv da “Vê jibîr nekin, ji MHPê çiqas zext bên bila bên, her tim kesê ku biryara dawîn dide Erdogan e. ji ber vê yekê hemû berpirsiyarî di destê Erdogan û AK Partiyê de ye.”

Di derbarê têkiliyên AK Partî û MHPê de Demîrtaş amaje bi wê yekê kir ku her ku diçe MHP zextên xwe zêde dike, sûdê ji girêdahiya AK Partiyê ya bi wan ve ye distîne û dixwaze kontrola dewletê bidest bixe û ji nû ve dîzayn bike lê dê di vê de ti carî dê bisernekeve.

Li ser pirsa hilbijartineke pêşwext ya gengaz de Demîrtaş bi vî rengî bersiv da “Berî qeyrana aborî ber bi hilweşînek tevahî ve biçe, dibe ku ew bixwazin hilbijartineke pêşwext pêk bînin. Ji ber ku eger qeyrana aborî pir mezin bibe, dibe ku teqînên civakî rû bidin. Ji bo ku AK Partî ji vê yekê xwe dûr bixîne, dibe ku bixwaze biçe hilbijartineke pêşwext.”

Herwiha Demîrtaş li ser pirsa bandora girtîgehê de wiha got “Ez xwe pir baş, bihêz hisdikim û moralê min li cih e. Wijdanê min rihet e. Şikir ji ber dizîna perên xelkê ez ne di girtîgehê de me.” Demirtaş diyar kir ku mercên girtîgehê bi gelemperî ne baş in û ji ber nexweşiya pandemiyê rewş dijwar bûye.

Û di berdewamiyê de Demîrtaş got “Nîvê şevê me ji malên me bi awayekî ne yasayî revandin û em kirin rehîneyên siyasî. Ji ber vê yekê ez şanaz im. Yên ku me avêtine vê derê di nav şerm û diltengiyê de ne.”

Di derbarê pirsa pêvajoya doza xwe de wiha bersiv da “Bêedaletî çiqas mezin dibe bila bibe, ti kes nikare me bi salan di girtîgehê de bihêle. Helbet em ê bêne berdan. Lê hê ji vê re wext heye. Pêkanîna serweriya hiqûqê û serxwebûna dadweriyê tenê bi guhertina atmosfera siyasî mimkûn e, ew jî bi guhertina desthilatê. Dê gel vê bike. Ji ber vê yekê ez serbest berdana xwe ne ji dadgehan lê ji gel daxwaz dikim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst