Li Tirkiyê biryara desteserkirina 10 amîralên xanenişîn hat dayîn

05-04-2021
RÛDAW
Nîşan Amîral Tirkiye Enqere
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarî ya Enqerê derbarê 10 ji wan amîralên xanenişîn de biryara desteserkirinê de ku daxuyaniyek derbarê rêkeftina Montroyê de belav kiribûn.

Li Tirkiyê di demekê de ku nîqaşa derbarê vekişîna Tirkiyê ji Peymana Stenbolê ya taybet derbarê jinan de berdewam dike, Serokê Parlamentoya Tirkiyê Mustafa Şentop li ser pirsa “Serokomarek dikare (rêkeftina) Montroyê hilweşîne?” gotibû, “Di warê teknîk de belê!” û herwiha wêneyên amîralekî fermandariya deryayî li maleke terîqetê bi cubbe û şaşik derketibûn holê.

Li ser van pêşhatan roja 3ê Nîsanê 104 amîralên (fermandarên deryayî) yên xanenişîn daxuyaniyeke hevbeş belav kiribûn û amaje bi wê kiribûn ku ew rêkeftin ji bo Tirkiyê destkeftek e.

Lê berpirsên hikûmetê û Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê nerazîbûneke tund nîşanî wê daxuyaniyê dabûn û wek “hewldanek ji bo pêkanîna derbeyê” binav kiribûn.

Piştî van karvedanan û bertekên hikûmetê, Serdozgeriya Komarî ya Enqerê derbarê daxuyaniyê û îmzekerên wê de biryara lêpirsînê dabû.

Sibeha îro Duşemê, 05.04.2021,  jî Serdozgeriya Komarî ya Enqerê biryara desteserkirina 10 ji wan amîralên îmzekerên wê daxuyaniyê derxist ku Cem Gurdenîz, Mustafa Ozbey û Kadîr Sagdiç jî di nav wan de ne.

Herwiha ji aliyê hêzên emnî yên Tirkiyê ve li ser fermana Serdozgeriyê, li mala wan amîralan lêgerîn da destpêkirin.

Di daxuyaniya Serdozgeriya Komarî ya Enqerê de amaje bi wê hatiye kirin “ji bo ku rêliber jinavbirina delîlan bê girtin û gumanbarên din jî demildest bên destnîşankirin” biryara desteserkirina wan bi awayekî hevdem, hatiye dayîn. Her li gor daxuyaniyê daxwaz ji ber temenê wan 4 ji wan amîralan hatiye kirin ku ew bi xwe di nava 3 rojan de biçin Emniyeta Enqerê û îfade bidin.

Vê biryara karvedan jî li pey xwe anîn û Wekîlê Serokê Fraksiyona Partiya Komarî ya Gel (CHP) Engîn Ozkoç jî li hejmara xwe ya Twitterê, îro wek “rojeke şermê” ji bo Tirkiyê binav kir û got, “Me beriya niha jî ev lîstin dîtine. Niştimanperwer wek duh îro jî serî natewînin.”

Herwiha her li ser vê mijarê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî daxuyaniyek belav kir û tekez kir, “Helwesta me her tim li hember nêzîkahiyên ku demokrasî û azadiyan armangdigirin zelal e” û di dewama daxuniyê de HDP rexne li hikûmetê jî digire û dibêje, “Peydakirina metirsiya derbeyê ji daxuyaniyeke nivîskî ji aliyê hikûmetê ve, jibilî fênekiya siyasî û fersendparêziyê ne xwedî ti wateyekê ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst