Hewlêr (Rûdaw) - Rojnameger Nagehan Alçiyê got, “Di navbera Ocalan û dewletê de bazar nîne, Divê PKK berê çekan deyne, paşê dê were axaftin.”
Rojnameger Nagehan Alçi bû mêhvana Bultena Bakur û pirsên Hêvîdar Zanayê yên derbarê “pêvajoya nû” bersivandin.
Nagehanê îdiayên bi rengê “Li pişt pêvajoya danîna çekan bazar heye” red kirin û got ku ti kesê ku ew bi wan re axiviye tiştekî ku vê angaştê piştrast bike negotiye û anî zimên:
“Hat gotin 'Tirkiyeya bê teror', yanî PKK dê çekan deyne, ne tenê deyne dê wan veşêre, mebest ji veşartinê tunekirin e, aştiya mayînde dê pêk were.
Pişt re em dê rûnin û di hawîrdoreke aştiyane de her tiştî nîqaş bikin. Lewma amadehiyeke hiqûqî heye lê rewşeke ku ji berê ve hatibe nîqaşkirin tune.”
Wê da zanîn ku vê pêvajoyê li gorî ya 2015an piştgiriyeke siyasî ya zêdetir bi dest xistiye û ji ber vê yekê şansê serkeftinê ya wê zêde ye û got:
"Hem bersivekê ji bo daxuyaniya Abdullah Ocalan heye, hem jî di pêvajoya berî daxuyaniyê de amadehiyeke cidî hatiye kirin.
Yanî li vir hikûmet û dewlet, dewlet jî li pişt vê meseleyê ye. Li vir cudahiya herî girîng ew e ku divê em tim vê yekê bi bîr bînin.
Li gorî pêvajoya çareseriyê ya ku sala 2015ê têk çû, niha hem desthilat hem jî beşeke girîng a mixalefetê yanî partiya sereke ya mixalefetê li pişt vê meseleyê ne û dewlet jî wê wekî armanceke ku pêwîst e were temamkirin dibîne.
Yanî dema ku em li Meclisê dinêrin em dibînin ku partiyên ku ji sedî 90ê dengderên Komara Tirkiyeyê temsîl dikin piştgiriyê didin pêvajoya nû.
Ji ber vê yekê li vir şansekî mezin heye ku bigihêje serkeftinê û xebatên desthilat û dewletê yên li ser nexşerêyê hene û xebatên nû jî pişt re li ser wan zêde bibin.
Yanî di rastiyê de dê pêşî qonaxa duyemîn a ku alî dê tê de li hev kom bibin û paşê jî dê qonaxa sêyemîn be."
"Amadehiyeke hiqûqî ya ku ji berê ve hatiye nîqaşkirin tune"
Alçiyê bîr anî ku endamê şandeyê Îmraliyê Sirri Sureyya Onder du roj berê li ser îdiaya ku di navbera aliyan de bazar hatiye kirin daxuyaniyek daye û wiha pê de çû:
"Ew kesên ku dixwazin pêvajoyê têk bibin, bi sernava 'amadehiya hiqûqî heye' dixwazin pêvajoyê bikişînin noqteya 'bazareke veşartî heye'.
Ez wekî rojnamegereke ku ji nêzîk ve pêvajoyê dişopîne dikarim vê bibêjim.
Ti agahî cem min tune ku dide nîşandan ku amadehî yan jî bazar heye.
Sirri Sureyya Onder ku ji destpêkê ve beşdarî dan û standinan bûye, berî du rojan jî di bernameyeke televîzyonê de got, 'Ez şahidê her tiştî me û bi ti awayî bazar tune.'
Yanî ez wisa difikirim ku piştî meseleya çekan were çareserkirin, dê derfeta nîqaşkirina her tiştî di hawîrdoreke demokratîk de derkevin holê."
"Divê unsurên çekdar di qonaxa ewil de ji Tirkiyeyê derkevin"
Alçiyê destnîşan kir ku ji bo parvekirina amadehiyên danîna çekan û derbasbûna jiyana sivîl a bi raya giştî re hîn zû ye û wiha got:
"Gelek agahî hene ku hinek amadehî hene lê hîn negihiştine asteke ku hem rijd bin hem jî bi raya giştî re bên parvekirin.
Ez wisa difikirim ku ji bo parvekirina bi raya giştî re hîn zû ye. Mesela li gorî agahiyên ku gihiştine min -belkî li cem we agahiyên bêhtir hûrgulî hebin- di qonaxa yekem de di nava 2-3 mehan de unsurên li hundirê Tirkiyeyê dê ji Tirkiyeyê derkevin û derbasî Herêma Kurdistana Îraqê bibin û hikûmeta Barzanî jî dê hem di derbasbûnê hem jî di diyarkirina cihê jiyanê ji bo kesên ku ji çiyê tên de alîkariyê bike.
Li vir divê unsurên çekdar di qonaxa ewil de ji Tirkiyeyê derkevin. Li gorî agahiyên me gelek unsurên çekdar nemane.
Lê divê PKK soz bide ku heta kesek jî nemîne. Qonaxên pişt re, yanî ev pêvajoyên çareseriyê di çend qonaxan de ne.
Pêşî dê çek bên danîn, pişt re dê pêvajoyeke ji bo aştiya mayînde be, kongre dê were lidarxistin û piştî li hev hat kirin jî dê rêyên tunekirina çekan û derbasbûna jiyana sivîl hebin.
Ez wisa difikirim ku di vê qonaxê de nîqaşkirina van hîn zû ye. Yanî sîwaneke giştî heye lê hîn hûrgiliyên di bin vê sîwanê de nehatine zelalkirin."
"Raya giştî ya Tirk gelekî bi endîşe ye, hinek fikarên wan hene"
Alçi li ser wê îdiayê jî axivî ku PKKyiyên ku çekan datînin dê li kampekê bên bicihkirin û got:
"Li gorî ku min fêm kiriye derbasbûna jiyanê ye ne kamp. Yanî li wir pêvajoyeke ku mirov dikare bibêje 'pêvajoya rehabîlîtasyonê' yan jî belkî gotina 'pêvajoya adaptasyonê' dê rasttir be, li ser derbasbûna jiyana sivîl e.
Binêrin, divê ev pêvajo wiha be ku hêvî û xwestekên raya giştî ya cuda tê de hebin, Tirk bêyî dudilî û endîşe piştgiriyê bidinê, Kurd jî bi hesteke ku 'Hinek mafên me yên bingehîn ên ku em bi salan e dixwazin qet nayên dayîn' nekevin, karibin piştgiriyê bidinê.
Niha raya giştî ya Tirk gelekî bi endîşe ye, hinek fikarên wan hene. Siyasetmedar piştgiriyê didin lê hîn di raya giştî de nerîneke giştî ya wekî 'Em bi dil û can piştgiriyê didin vê pêvajoyê' tune.
"Ne gengaz e ku rayedarên bilind ên PKKyê bên Tirkiyeyê"
Lewma divê bi baldarî were meşandin. Di vî warî de, gelo kî dê ji Îraqê, ji Qendîlê derbasî Tirkiyeyê bibe?
Qendîl bi rastî jî ji bo raya giştî ya Tirkiyeyê cihekî tînê bîra mirov ku wêneyekî gelekî bi tirs e.
Lewma ne gengaz e ku rayedarên bilind ên PKKyê bên Tirkiyeyê.
Ne dewleta Tirkiyeyê vê yekê qebûl dike ne jî raya giştî lê di pêvajoya veguhastinê de gelo ew dê biçin welatekî sêyemîn an biçin Ewropayê yan li Îraqê bimînin, ev yek jî dê bi dan û standinên dewleta Tirkiyeyê, birêvebiriya Barzanî û PKKyê were zelalkirin."
"Di warê gotinê de Bahçelî derbasî cihekî cuda dike"
Nagehanê diyar kir ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan "di navendê de" ye û piştgiriya Devlet Bahçelî jî gelekî girîng e û got:
"Devlet Bahçelî di vî warî de gotinên wî gelekî bi hêz in û destê wî jî bêhtir vekirî ye. Ji ber ku di pêvajoya berê de yê herî dijber û herî zexm Devlet Bahçelî bû lê niha Devlet Beg pêşengî kiriye û rê vekiriye û ev yek Bahçelî di aliyê gotinê de diguhere û derbasî cihekî cuda dike.
Yanî li Tirkiyeyê gotina 'Em dixwazin rê li ber pêvajoyeke nû vekin' herî zêde dê bandorê li Devlet Bahçelî bike û wî ev yek kir.
Tayyîp Erdogan hem di pêvajoya berê de hinek berdêl dan hem jî niha wekî Serokkomar rîskeke mezin digire.
Lewma ew di navendê de ye lê di aliyê axaftinê de Devlet Bahçelî li pêş e û li paş wî hem desthilat hem jî dewlet vê pêvajoyê bi rê ve dibin.
Yanî ez wisa difikirim ku Tayyîp Erdogan ne dudilî ye lê bi nêrîneke ku daxwaz û endîşeyên beşên cuda yên civakê dengesaz bike tevdigere û diaxive û ez vê yekê jî bi fêmdarî dibînim.
"Gelekî girîng e ku Meclis li derveyî vê mijarê nemîne"
Gelekî girîng e ku Meclis li derveyî vê mijarê nemîne û kêmasiya herî mezin a di pêvajoya berê de ev bû.
Niha ev ders hat wergirtin û dan û standina yekem li Meclisê hat destpêkirin.
Şandeya ku çûye Îmraliyê dê di rojên pêşiya me de biçe cem partiyên di Meclisê de û agahiyan bide wan li ser rewşa niha.
Ji vê qonaxê û pê ve komîsyon dê bên avakirin. Yanî hîn tiştekî zelal tune."
"Divabû Demîrtaş di demeke kurt de bihata berdan"
Nagehanê eşkere kir ku divê Hevserokê berê yê HDPyê Selahattin Demîrtaş were berdan û wiha li pey gotinên xwe çû:
"Li pêşiyê, derbarê Demîrtaş de, derheqê kesên din de ez hîn nikarim tiştekî bibêjim lê derbarê Selahattin Demîrtaş de biryarên hem Dadgeha Destûra Bingehîn hem jî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hene.
Lewma divabû berê bihata berdan. Ez rojnamegereke ku her tim vê yekê dibêjim.
Yanî ez wisa difikirim ku di demeke kurt de dê were berdan di bin ronahiya van pêşveçûnan de.
Eger wiha be jî beşdarbûna Selahattin Demîrtaş, pêşkêşkirina piştgiriya rasterast, azadbûna wî ya ji bo ku piştgiriyê pêşkêş bike, bi dîtina min ji bo meşandina pêvajoyeke saxlem jî gelekî girîng e."
“YPG di nav de ye yan na?”
Tirkiye li ser vê xalê hêviyeke gelekî zelal heye. Ez wisa difikirim ku ji bo Tirkiyeyê wekî din, yanî nebûna YPGyê di nav vê pêvajoyê de nayê qebûl kirin.
Lê eger hûn bipirsin ka gelo pêvajoya YPGyê mîna ya Qendîlê dikare zelal û di demeke kurt de bimeşe, na.
Li wir rewşeke din heye, sosyolojiyeke din heye lê li gorî ku Sirri Sureyya Onder ku yek ji aktorên herî girîng ê ku ji destpêka pêvajoyê ve dibêje, ev bang YPGyê jî dihewîne û di rojên pêşiya me de, Sirri Sureyya Onder û Pervin Buldan dê biçin Rojavayê Kurdistanê û dan û standinên xwe bikin.
Abdullah Ocalan jî bi gotina 'hemû komên çekdar' bi eşkereyî li ser tevahiya herêmê diaxive.
Li wir pirsgirêka sereke ya ku heye bi denge nû yên li hundirê Sûriyeyê re têkildar e.
Eger di navbera YPG û hikûmeta Ehmed Şer de lihevkirin pêk were, yanî di desthilatê de para wan, beşeke ji artêşa navendî be lê di heman demê de hin daxwazên wan ên li ser xala ku heta niha hatine hebin.
Li wir bi dîtina min, YPG armanca xwe ya ku cihekî di bin Sûriyeyeke Yekgirtî de bibîne dimeşîne.
Yanî ya herî girîng li vir, bi nêrîna min meseleya herî hestyar ew e ku YPG nebe gefeke ji bo Tirkiyeyê.
Armanca bingehîn a Tirkiyeyê parastina sînorên xwe û jiyandina welatiyên xwe di bin banê welatekî ewle de ye.
Lewma ez wisa nafikirim ku YPG piştî ku PKK û Qendîl biqedin û çekên xwe tune bikin, wekî qadeke ji Abdullah Ocalan cuda li wir bimîne û bi awayekî ku gef li Tirkiyeyê bike.
Li gorî ku ez dibînim û dizanim, Mezlûm Ebdî jî kesekî ku girêdayî Abdullah Ocalan e. Yanî ez nabînim ku li cem YPGyê saziyeke ku li hemberî Abdullah Ocalan derkeve hebe.
"Çek dê bên tunekirin, pişt re her tişt dê rûnin û were nîqaşkirin"
Pêvajoyeke ew qasî hestyar e ku bi rastî li welatên din ku çareseriyên pevçûnan pêk anîne jî ev cure pêvajo qewimîn.
Li Îrlandaya Bakur, li Spanyayê, li Kolombiyayê. Mafê hêviyê ku Devlet Bahçelî yekem car li Meclisê anî zimên.
Mafê hêviyê tê wateya ku pêşî meseleya PKKyê were çareserkirin. Yanî xelkê li Tirkiyeyê dê qanih bibe ku êdî terora PKKyê bûye tiştekî ebedî bi awayekî ku êdî nabe gef ji bo Tirkiyeyê.
Çek dê bên tunekirin û ev yek dê bi her kesî re were parvekirin. Pişt re dê rûnin û her tişt dê were nîqaşkirin lê Abdullah Ocalan di demeke nêz de li Tirkiyeyê, eger ji Îmraliyê jî derkeve, azad bibe û bijî, bi rastî hem ji bo wî hem jî ji bo miletê Tirkiyeyê derbasbûneke ne hêsan e.
Ji ber ku gelek serpêhatî hene û di raya giştî de jî derbarê Abdullah Ocalan de hesteke gelekî dijwar û xerab heye.
Lewma di vê pêvajoya derbasbûnê de wekî min got, pêwîst e bi baldarî û demê be û bi gav gav were meşandin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse