Îraq û Tirkiye li ser 'ewlehiya sînoran' axivîn

05-03-2024
RÛDAW
Nîşan Qasim Erecî Yaşar Guler Îraq Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Erecî li Enqereyê bi Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê re civiya.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê, di civînê de rewşa siyasî û ewlehiyê ya herêmê hatiye nirxandin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku “di hevdîtinê de bihêzkirina pêwendiyên hevkariyê yên di navbera her du welatan de bi taybetî hevkariya di dosyeyên ewlehî, kontrolkirina sînoran, têkoşîna li dijî terorê û avê hatine gotûbêjkirin.”

Herwiha Qasim Erecî bal kişand ser girîngiya xurtkirina pêwendiyên stratejîk ên di navbera Îraq û Tirkiyeyê de.

Erecî got ku bihêzkirina ewlehî û aramiyê, cîbicîkirina Projeya Rêya Geşedanê dê di her warî de bibe sedeam aramiyê û  bi taybetî di warê aboriyê de jî dê di berjewendiya her du welatan de be.

Li aliyê din Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê jî li ser civînê daxuyaniyek belab kir û got:

“Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler Şêwrimendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Erecî qebûl kir.

Di qebûlê de Sekreterê Giştî yê Lijneya Ewlehiya Neteweyî Seyfullah Hacimuftuoglu jî cih girt.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst