Li Stenbolê operasyona MOSSADê: 7 kes hatin desteserkirin

05-03-2024
RÛDAW
Nîşan Mossad Stenbol Operasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê di operasyonekê de 7 kes bi tohmeta sîxûrtiya Servîsa Îstixbaratê ya Îsraîlê (MOSSAD) hatin desteserkirin.

Li gorî zanyariyan Saziya Îstixbaretê ya Tirkiyeyê (MÎT) û Tîmên Rêveberiya Ewlehiyê ya Stenbolê, li bajarê Stenbolê li dijî hejmarek kesan bi tohmeta firotina çend belgeyên îstixbaratî operasyonek dan destpêkirin.

Li gorî îdiayan wan kesan agahî firotine MOSSADê.

Hêzên ewlehiyê di çarçiveya operasyonê de bi ser çend navnîşanan de girt û 7 kes hatin desteserkirin.

Yek ji kesên desteserkirî bi navê Hamza Turhan Ayberk e ku beşdarî bernameyên televîzyonî dibû û fermanber e.

Li gorî agahiyan MOSSAD bi rêya kesee bi nasnavê  "Victoria" bi Ayberk re ketiye pêwendiyê û Ayberk li beramberî pereyan agahî û belge didan MOSSADê.

Hat ragihandandin ku Hamza Turhan Ayberk ji çend fermanberan tîmek ava kiriye û ji MOSSADê re derbarê kompanyayên Rojhilata Navîn ên li Tirkiyeyê zanyarî kom kirine.

Herwiha tê gotin ku Ayberk ji bo karên ku ji MOSSADê re bike sala 2019an li Belgradê perwerde jî dîtiye.

Yerlîkaya daxuyanî da

Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya jî derbarê desteserkirin 7 gumanbarên daxuyanî da.

Alî Yerlîkaya got, "Di encama Operasyona Kostebek-2yê de ku li Stenbolê bi hevdemî ji bo tespîtkirin û deşîfrekirina çalakiyên li dijî îstixbarata Îsraîlê hat lidarxistin, 7 gumanbar hatin desteserkirin.

Em dê ti carî destûrê nedin ku di nav sînorên welatê me de xebatên sîxuriyê bên kirin. Em dê wan yek bi yek bigirin û derxin pêşberî edaletê.”

Yerlîkaya herwiha ev zanyarî jî dan:

"Bi hemahengiya MÎT û EGMê, TEM û Rêveberiya Şaxa Îstixbaratê ya Rêveberiya Ewlehiya Stenbolê operasyona hevdemî hat lidarxistin.

Di operasyonê de 7 gumanbar hatin desteserkirin. Hat tesbîtkirin ku gumanbar agahiyên li ser kes û şirketên li Tirkiyeyê yên ku dibin hedefa Îstixbarata Îsraîlê berhev dikin.

Ew kes agahî û belgeyên ku berhev dikin digihînin Îstixbarata Îsraîlê.

Di encama operasyonê de çekên bêruxset, gelek madeyên hişbirê, amûra elektronîk a ji bo tespîtkirina amûrên guhdarkirinê û gelek materyalên dijîtal, belge û dovîz hatin girtin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst