Helîkoptera leşkerî ya Tirkiyeyê bi mecbûrî danî: Kesek birîndar bû

Hewlêr (Rûdaw) - Helîkoptera leşkerî ya ku ji 2yemîn Baregeha Jetan a Çigiliya Îzmîrê rabû, li gundê Bademlerê yê navçeya Urlayê bi mecbûrî danî.

Li gor nûçeya DHAyê di bûyerê de kesek birîndar bû.

Herwiha Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê jî derbarê bûyerê daxuyaniyek da.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê diyar kir ku wê helîkopterê ji ber pirsirêkeke teknîkî bi mecbûrî danî.

Wezareta herwiha da zanîn ku tîmên tenduristiyê kesê birîndar vugehast nexweşxaneyê.