RAPIRSÎ: Tirkiye ber bi rêyeke şaş ve diçe

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiyeke Kompanyaya Lêkolînan a Ipsosê ji sedî 73yê xelkê Tirkiyeyê di wê baweriyê de ye ku “Welat ber bi rêyeke şaş ve diçe”.

Herwiha sedî 74ê wan jî dibêjin, “Aborî di rewşeke xirap de ye.”

Kompanyaya Lêkolînan a Ipsosê bi sernavê “Çi dinyayê dixe nava nîgeraniyê?” li gel welatiyên 29 welatan rapirsiyek kir.

Yek ji wan welatan jî Tirkiye ye.

25 hezar kes beşdarî rapirsiyê bûne

Bi giştî 25 hezar kes bi awayekî online beşdarî wê rapirsiyên bûn ku di navbera 26ê Kanûna Paşînê û 9ê Sibata 2024an de hatiye kirin. 

Ji beşdaran rewşa welatê wan hatiye pirsîn. 

Welatiyên Tirkiyeyê li ser pirsa “Li welatê we rewş baş dibe yan ber bi rêyeke şaş ve diçe?” ji sedî 73yê beşdaran gotiye ku “Ber bi rêyeke şaş ve diçe."

Tişta ku herî zêde xelkê nîgeran dike enflasyon e

Li gorî encamên rapirsiyê, tişta ku herî zêde xelkê Tirkiyeyê dilgiran dike rewşa enflasyonê ye.

Di rêza duyem de jî ji sedî 30ê xelkê gotiye hejarî û bê edaletiya civakî ye.

Ji sedî 22yê beşdaran jî gotiye ew ji tawan û tundûtîjiyên ku li Tirkiyeyê çêdibin nîgeranin.

Her dîsa ji sedî 22 ji bêkariyê, ji sedî 21 ji gendeliyên malî û siyasî nîgeran in.

Li Tirkiyeyê yên ku gotiye ew ji germbûna avhewayê nîgeran in ji sedî 5 e.

Xelkê Ewropayê herî zêde ji pirsa germbûna avhewayê nîgeran e

Nîgeraniya derbarê pirsa germbûna avhewayê li welatên Ewropayê gelekî zêde bûye.

Li ser pirsa “Hûn ji çêbûna şerekî leşkerî nîgeran in?” ji sedî 2yê welatiyên Tirkiyeyê yên beşdarî rapirsiyê bûne gotiye ku ew nîgeran in.

Li gorî rapirsiyê welatiyên ku herî zêde ji "terorê" nîgeran in Îsraîlî ne û piştî wan bi rêjeya ji sedî 20an welatiyên Tirkiyeyê tên.

Herwiha di rapirsiya mehane ya Ipsosê ya Baweriya Mezêxerên Cîhanî de, ji beşdaran rewşa aborî hatiye pirsîn.

Ji welatiyên Tirkiyeyê hatiye pirsîn ka “Hûn rewşa niha ya aboriya welatê xwe çawa dinirxînin?” ji sedî 74an gotiye “xirab e”.