Ji Suleyman Soylu li ser lîstika Amedspor-Bursasporê daxuyanî

05-03-2023
RÛDAW
Nîşan Amedspor Bursaspor Suleyman Soylu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê li ser lîstika di navbera Amedspor-Bursasporê de daxuyaniyek da û got, “Di lîstika futbolê ya li Bursayê de weneyên dûrî nêrîna futbolê nayên qebûlkirin û bi werzişê re nayêne têkildarkirin. Derbarê karmendên giştî yên ku di xistina van dîmenan nava yarîgehê de sistî nîşan dane de lêpirsîn hat destpêkirin û karmendên giştî yên têkildar ji kar hatin dûrxistin.”

Yarîzanên Bursasporê êrîşî yarîzanên Amedsporê yên berî lîstikê derketibûn yarîgehê kirin.

Di dema lîstikê de jî alîgirên Bursasporê gelek tiştên ku nediyar in çi ne avêtin yarîzanên Amedsporê.

Li aliyê din di lîstika Bursaspor-Amedsporê de alîgirên Bursasporê pankartên karmendê JÎTEMê Mahmut Yildirim ê bi nasnavê "Yeşîl" ku di salên 1990an de destê wî di kuştin û revandina hejmareke zêde ya kesayetên Kurd de hebû û wêneyên otomobîla "Torosên Spî" vekirin ku endamên JÎTEMê bi wan otomobîlan kesayetên Kurd direvandin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê derbarê maçê de daxuyaniyek da.

Suleyman Soylu di daxuyaniyê de got, “Di lîstika futbolê ya li Bursayê de weneyên dûrî nêrîna futbolê nayên qebûlkirin û bi werzişê re nayêne têkildarkirin.

Derbarê karmendên giştî yên ku di xistina van dîmenan nava yarîgehê de sistî nîşan dane de lêpirsîn hat destpêkirin û karmendên giştî yên têkildar ji kar hatin dûrxistin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst