'Tirkiye û Amerîka 8ê Adarê li ser YPGê dest bi gotûbêjan dikin'

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê hikûmeta Tirkiyê, Bekir Bozdag ragihand, di 8 û 9ê vê mehê de Enqere û Waşington dê derbarê mijarên weke rewşa Sûriyê û PYDê danûstandinê bikin.

 

Bekir Bozdag îro Duşemî 5ê Adara 2018ê li Enqerê piştî civîna civata wezîran a wî welatî konfranseke rojnamevanî lidarxistin.

 

Di vê konfransa çapemeniyê de, Bekir Bozdag aşkere kir, ku di rojên 8 û 9ê Adarê de dê xûleke danûstanê di navbera Tirkiyê û Amerîka de dest pê bike û aşkere kir, ku di wan danûstandinan de ku dê li Waşingtonê birêve biçin, “reşwa Sûriyê û geşdanên li wî welatî, rewşa PYD û YPG û herwiha têkoşîna li dijî DAIŞê” dê werin gotûbêjkirin.

 

Berdevkê hikûmeta Tirkiyê destnîşan kir, roja 18ê Adarê jî wezîrê derve yê wî her du welatên Tirkiyê û Amerîkayê, Mevlut Çavuşoglu û Rex Tillerson dê bi hev re bicivin û biryarên dawiyê li ser danûstandinên navbera Enqere û Waşingtonê bidin.

 

Bekir Bozdag wiha axivî:

 

“Di 8ê vê mehê de di wan civînên ku dê li Waşington dest pê bikin, dê rewşa Sûriyê, tevahiya guhertinên li Sûriyê çêdibin, rewşa PYD, YPG, KCK û DAIŞê dê bêne gotûbêjkirin.

 

Di 8-9 vê mehê de ew muzakere dê bêne lidarxistin û di rojên din de jî dê mijarên din gotûbêj bikin û herî dawî di 18 mehê de dê wezîrên derve yên herdu welatan bicivin û biryarên dawiyê bidin.”

 

 

Aşkerekirina destpêkirina danûstandinên navbera Tirkiyê û Amerîkayê piştî wê yekê tê, ku di meha Sibatê de û dema ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê rex Tillerson serdana Tirkiyê kiribû, hatibû ragiahndin, ku her du welat dê derbarê mijarên têkildarî her du aliyan de rêzcivînan pêk bînin.

 

Rex Tillerson êvariya roja 15ê Sibata îsal bi serdanekê gihîştibû Enqerê û heman şevê li gel serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan civiyabû, ku civîna her du aliyan 3 saetan dom kiribû.

 

Roja 16ê Sibatê jî Tillerson bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re civiyabû û piştî wê civînê daxuyaniyek hevbeş hatibû belavkirin.

Di wê daxuyaniya hevbeş de hatibû gotin, “Ji bo çareserkirina pirsgirêkan biryar li ser pêkanîna mekanîzmayeke hevbeş heta naverasta meha Adarê hat dayîn.”

 

Di beşeke din a daxuyaniyê de amaje bi rewşa Sûriyê hatibû kirin û tevî ku her du welatan pabendbûna xwe bi parastina yekîtî û yekparçeyiya axa Sûriyê tekez kiribûn, hatibû gotin: “Li beramber hemû wan hewldanên dibin sedema guhertina demografîk li Sûriyê, helwêsteke me ya nayê guhertin dibe.”

 

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson herwiha di konfransa hevbeş a li gel Çavuşoglu de li ser pirseke derbarê Minbicê û vekişîna YPGê ji wî bajarî, gotibû “Tekez pêwist e Minbic di jêr kontrola me de be. Minbic di warê stratejîk de bajarekî girign e.”