ROJEVA TIRKIYE - Tîmên taybet derbe xwarin

Stenbol (Rûdaw) - Medya Tirkiye manşet û girîngiya xwe li ser du mijaran kom dike û nivîs, gotar û nûçeyên zêde li ser van herdû mijaran têne amadekirin.


Operasyona Efrînê di roja xwe ya 45an de mijara sereke ye di rojeva medya Tirkiye de. Li aliyê din tifaqên partiyan jî her ku diçe bêhtir di nava civak û medyayê de bi cih dibe.  Çembera Arteşa Tirk û Arteşa Azad ya li ser Efrînê her ku diçe teng dibe. Li gorî agahiyên ku ji aliyê Arteşa Tirk ve têne ragihandin, Raco û çend gundên derdorê hatine kontrolkirin.


Li gorî arteşê hejmara endamên HSDê ên ku heta niha hatine canê xwe ji dest dane gihîştiye 2 hezar û 668 kesan. Herwiha Tirkiye îdia dike ku zêdeyî 130 gund, bajarok û xalên stratejîk hatine kontrolkirin. Li aliyê din hêzeke din a mezin jî berv bi Efrînê ve hate şandin.


Erdogan û Macron axivîn


Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî him bi Serokomarê Fransayê Macron re bi rêya telefonê axivî û him jî di derbarê Efrînê de peyamek ragihand. Li gorî agahiyan Erdogan li gel Macron di derbarê Efrîn û geşedanên li Sûriye de gotûbêjek kiriye.


Îro Efrîn sibê Minbiç


Erdogan di derbarê Efrîn û plana wan de jî peyamek ragihand. Di peyama xwe de ku wî bo kongreya partiya xwe ya Manîsayê şandibû, Erdogan dide zanîn ku Efrîn bo wan destpêk e û pişt re ewê berê xwe bidin Minbiç, Îdlib û warên din û ewê heta sînorê Iraqê herin.


Manşetên Têkildarî vê Mijarê


Hurriyet: Terorîstên YPGê ên hawirdekirî


“Doçent. Dr. Serhat Erkmen ê ku ji sala 2015an vir ve di derbarê endamên YPGê ên biyanî de kar dike, gihîşt 500 navên biyanî ên ji 29 welatan. Li gorî Erkmer, ji 4 paran pareke terorîstên biyanî ji Amerîkayê tên.


Sabah: Mehmetcik azadî û aramî ji me re anî


Nişteciyên gundên ku ji PKK/PYDê hatine rizgarkirin zilma PKKê vegotin: “Çavên xwe berdan namûsa me jî. Em niha bi saya leşkerê tirk di ewlehiyê de ne.”


Millîyet: Rihê qehremaniyê li Efrînê ye


“Fendarekî ku li Efrînê şer dike wiha got: Ger pêwîst be bila balefirên şer me jî bordûman bikin lê bila terorîst îmha bibin. Wan gotinan rihê ku beriya çend salan li Başûrê Rojhilat şer dikir anî bîra xelkê.”

 

Yenî Şafak: DYAyê ji Gûamê PKKyî anîn


“Amerîkayê destpêkir da ku wan terorîstên ku li girava Gûamê dihatin perwerdekirin bîne Efrînê ku PKK li wir derbeyek mezin dixwe. Duyemîn baregeha mezin a Amerîkayê ku li dervayî Amerîkayê ye li Girava Gûamê ye. Li vir perwerdeya ajotina balefir, helîkopter, tankan û ya mayînên dijîtal bo PKKyîyan tê dayîn.”


Star: Mehmetcik li qonaxa dawîn e


“Di çarçoveya Operasyona Çiqilê Zeytûnê de, bêyî Cindirêsê hemû cihên stratejîk hatin kontrolkirin. Piştî ku Cindirês ya ku niha pêvçûnên tund berdewam dikin jî hate kontrolkirin mehmecik berê xwe dide navenda Efrînê.”


Yenî Bîrlîk: Amerîka Efrînê bihêz dike


“Qewîkirineke wisa li Efrînê derdikeve ku ew ne li Iraq û ne jî li Sûriye hatiye kirin. Li Efrînê eşkere bû ku bêyî xendeqên pêwendî danînê, xendeqên ku berê tankan biguhêrin bo cihên xeter hatine amadekirin. Pisporê ewlehiyê Agar dide zanîn ku li pişt vê planê aqlekî avakar heye.”


Akşam: Xwe radestî dadmendiya terorê kirin


“Welatên rojoavayî yên ku dixwazin rê li vegera welatiyên xwe yên ku beşdarî DAIŞê bigire, dibên, Em bawerin bi daraza we û ji YPGê re maseyê datînin.”

 

Vatan: Bextewariya derveyî sînor


Hîranûr û birayê wê, bavê xwe yê ku li Efrînê şer dike li ser ekranê dîtin. Herdû jî bi lez çûn û televîzyon hembêz kirin. Bavê xwe dan ber barana ramûsanan.

 

Takvîm: 3 Welat firoşkarek


“Çiqile Zeytûnê careke din qehremanên ku ji bo niştiman canê xwe didin derxistin holê. Amerîka ya ku nikarî rê li ber operasyonê bigire jî 5 hezar sîwanên termal ji bo maşikên xwe yên YPGyi belav kir.”

 

Ortadogu: Ji Efrînê re hindik ma


“Piştî ku Raco hate kontrolkirin, deriyê ku li Efrînê vedibe Cindirês jî bû cihê şer û topbaranake mezin.”

 

Mîlat: Kete menzîlê


“Di 44mîn roja Operasyona Çiqilê Zeytûnê de çiyayê Bûfelyon ket. Xetên parastina Efrînê yên pêşî ketin menzîla topan. Rêya Efrînê ya bi Cindirêsê re hate qutkirin.”


Tifaq dibe sedema nifaqan


“Her ku hilbijartin nêzik dibin, mijara tifaqan jî berztir û gurtir dibe. Partiyên opozisyonê û hikumet bi tometên giran hevdû tawanbar dikin di hevdîtinên de ji bo tifaqan de. Piştî ragihandina tifaqa MHP-AKPê çavê herkesî li tifaqa partiyên opozisyonê ye. Di navbera CHP, Saadet, IYI Partî û HDPê de jî nirx û nîqaş berdewam dikin. HDP û CHP banga wê yekê dikin da ku hemû hêzên demokrasî xwaz li heman sengerê kom bibin. CHP jî heman bangê dike û hevdîtin di navbera herçar partiyan de berdewam dikin.”


Manşetên Têkildarî Mijarê


Dîrîlîş Postasi: Heviya wan ya dawîn terora sindoqan e


“Sedema dijayetiya CHPê ya li hemberî teklîfa ku MHP û AKPê ji bo ewlehiya sindoqan pêşkêş kiribû eşkere bû. CHP ji ber nerazîbûna alîgirên xwe nikare bi HDPê re tifaqê bike lê çavê xwe berdaye alîgirin HDPê ên PKKyî ku di hilbijartinên 7 Hezîranê de bi tarê zorê deng bi xelkê dabûn bikaranîn.”


BîrGûn: Aliyê çep ne di lêgerîna navan de lê di lêgerîna programekê de ye


“Aliyê rastgir bi tifaqan amadekariya hilbijartinan dike. Lê çepgir ji diyarkirina navekî bêhtir di lêgerîna program û nexşerêyekê de ye. Ew lêgerîn weke hêlîna sêyem tê binavkirin.”


Firotina Fabriqeyên Şekir


Amadekariya firotina 14 kargehên şekir ên ji aliyê hikumetê ve berdewam e ku bibe sedema rexne û dijberiya hikumetê.


Manşetên Têkildarî Mijarê


Sozcû: Netewîbûn ne ew e ku tu kargehan bifiroşî û welêt mixtacî kirîna kayê ji derve bikî.


“Serokê Saadetê Temel Karamollaoglû ku bûye weke mifteya hilbijartin û tifaqan, sedema beşdarnebûna tifqa MHP-AKPê wiha rave kir.”


Balyozxaneya Emerîkayê girtî ye


Bi hinceta ku hin îstihbarat hatine wergiritn da ku egera êrîşan li hemberî Balyozxaneya Amerîkayê heye, balyozxane îro girtî ye.