HDP: Dewlet rê li me digire lê emê kolan bi kolan bigerin

05-03-2017
SERKAN İNCE
Parlamentera HDPê Feleknas Uca
Parlamentera HDPê Feleknas Uca
Nîşan Tirkiye HDP Feleknaz Uca Referandum Sîstema Serokatî Omer Onen
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Dema lidarxistina referanduma ji bo guhertina sîstema siyasî ya Tirkiyê ji bo Tirkiyê nêzîk bûye, û HDP jî gilî û rexneyan dike û dibêje, hikûmeta Tirkiyê rê li wan digire û nahêle ew mîtîngên xwe birêve bibin, lê rayedarên wê partiyê dibêjin, ew dê kolan bi kolan û mal bi mal bigerin û siyaseta xwe bidin naskirin.

 

Dengdana Giştpirsî û Referanduma Pergala Serokomariyê ya Tirkiyê ya ku di 16ê Nîsanê de tê lidarxistin, nêzîk dibe. Bi nêzîkbûna referandumê re bangeşe û kampanyayên partiyên siyasî jî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê germ û gurr dibe.

 

Di referandumê de, her du partiyên dijbereyê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Gel a Komarî (CHP) banga dengên ´na´, û her du partiyên Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) û Partiya Tevgera Niştimanî ya nejadperest (MHP) jî banga dengên ´erê´ dikin.

 

Lê belê rayedar û parlamenterên HDPê ku 3yemîn partiya mezin a Parlamentoya Tirkiyê ye, destnîşan dikin ku hikûmet û dewlata Tirkiyê bi rê û rêbazên cur bi cur hewl didin li Bakurê Kurdistanê pêşî li bangeşe û xebatên kampanyaya wan bigirin.

 

Li gor welatiyan jî bangeşe û kampanyayên HDPê li gor dengdanên berê lawaz e.

 

Partiya Demokratîk a Gelan HDPya ku banga ´na´ li alîgir û endamên xwe dike heta niha li Bakurê Kurdistanê ti mîtîng li dar nexistiye. HDP sedema lidarnexistina mîtîngan bi rewşa awarte ve girê dide.

 

Parlamentera HDPê Feleknaz Uca li ser wê yekê di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got: “Kolan bi kolan, mal bi mal em diçin. Em her roj deriyê gelê xwe vedikin. Di lidarixistina vê referandumê de demek e, ku pêvajoya rewşa awarte (OHAL) heye. Di vê rewşa awarte de xeter û metirsiya herî mezin dewlet ji xwe re dibîne û ji ber tirsa xwe rê nade rengên cuda bi çalakiyan, dengên xwe berz bikin. Ji me re dibêjin ku rewşa awarte heye, lê her roj wezîrên wan, serokomarê wan bi mîtîngan siyaset û xebatên xwe dimeşînin û bi pêş dixin. Dijminatiya li dijî Kurdan û gelan bi pêş dixin.”

 

Li gor rayedarên HDPê, hikûmet û dewleta Tirkiyê ji bo ku rê li ber bangeşe û xebatên wan ên referandumê bigirin, gellek astengiyan derdixin pêşberî wan.

 

Endamê Desteya Rêveber a HDPê Omer Onen jî ji Rûdawê re diyar kir:

 

“Ji bo ku em bigihêjin gel û xebatên xwe bi awayekî esasî bi pêş bixin gellek astengiyan di warê ewlekariyê de derdixin pêşberî me. Di rewşa awarte de kampanyayeke wisa demokratîk, dengdaneke demokratîk, referandumeke demokratîk ne mumkin pêk bê. Gellek astengî li pêş me hene. Bo nimûne Hevserokên HDPê, parlamenterên HDPê û bi hezaran endamên partiya me girtî ne. Qeyûm danîne ser şaredariyên me. Lewma jî xebateke demokratîk nayê meşandin.”

 

Piraniya welatiyên Bakurê Kurdistanê ji ber xof û fikara rewşa awarte, ji kar avêtin, desteserkirin û girtinan nexwazin derheqê referandumê de li pêşberî kamerayan ray û nêrîna xwe bînin zimên jî bangeşe û xebatên kampanya HDPê li gor dengdanên berê lawaz dibînin.

 

Li gor piraniya çavdêrên siyasî û encamên rapirsiyan, dê dengên Bakurê Kurdistanê li ser encama ´Referanduma Pergala Serokomarî ya Tirkiyê´ çarenivîssaz be.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst