Başak Demîrtaş li Stenbolê bibe namzed encam dê çawa be?

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî rapirsiya Kompanyaya Lêkolînê HBSyê, eger Başak Demîrtaş wekî namzeta DEM Partiyê beşdarî hilbijartinên şaredariya Stenbolê bibe dîsa jî rêjeya dengên Ekrem Îmamoglu ji ya namzetê AK Partiyê Murat Kurum derbas dibe.

Rojane rapirsiyên derbarê hilbijartinên şaredariyan ku biryare di 31ê Adara 2024an de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bên kirin tên belavkirin.

Vê care jî Kompanyaya Lêkolînê HBSyê encama rapirsiya derbarê berbijêrên Stenbolê belav kir.

Rapirsî di meha Sibatê de bi 2 hezar û 120 kesî re bi awayek rûbirû hatiye kirin.

Li gor encamên rapirsiyê dengên berbijêrên Stenbolê li gorî partiyan wiha ne:

  • Ekrem Îmamoglu (CHP) ji sedî 44,3
  • Murat Kurum (AKP) ji sedî 43,1
  • Başak Demîrtaş (DEM Parti) ji sedî 4,4
  • Bugra Kavuncu (ÎYÎ Partî) ji sedî 3,1
  • Azmi Karamahmutoglu (Partiya Zaferê) ji sedî 2,0
  • Partiya Yeniden Refahê ji sedî 1,4
  • Yên din ji sedî 1,7