Tanrikulu: Sala 2022ê mafê jiyanê yê 2397 kesan hat binpêkirin

05-02-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu ragihand, sala 2022ê mafê jiyanê yê 2 hezar û 397 kesan hat binpêkirin.

Sezgin Tanrikulu rapora binpêkirina mafan li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ya sala 2022ê, îro 5ê Sibata 2023ê eşkere kir.

Tanrikulu got: “Sala 2022ê de 2 dema desteserkirîbûn, 2 di bûyerên trafîkê yên otombîlên polîs û leşkeran, 4 ji ber xemsariya fermî, 14 di kuştinên nefretê de, 4 jê zarok 20 kes di bûyerên kuştinên bêdaraz, hişyariya rawestandinê û teqekirinên eletewş û 72 kesan jî di girtîgehan de canê xwe jidest dan. Herwiha 2 rojnamevan, hezar û 843 kedkar di kuştinên kar de, 39 zarok û 327 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin. Sala 2022ê bi tevahî mafê jiyanê yê 2 hezar û 397 kesan hat binpêkirin.”

Herwiha hezar û 280 di girtîgehan de bi tevahî 5 hezar û 381 bûyerên îşkenceyê rû dan, ku 80 li hember zarokan bû.

Tanrikulu derbarê rêgirîkirina çalakiyan de dibêje, sala 2022ê hêzên emnî midaxeleya 544 çalakiyan kirine û li 28 bajaran 128 çalakî hatine qedexekirin. Di van çalakiyan de 5 hezar û 789 kes hatine desteserkirin û 117 kesan jî ji ber beşdariya çalakiyan ceza wergirtine û derbarê 270 kesan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Tanrikulu got: “Sala 2022ê 94 rojnamevan hatin desteserkirin, 37 rojnamevan hatin girtin, li dijî 46 rojnamevanan doz hatin vekirin û dadgehê ceza li 52 rojnamevan birî. Herwiha 65 rojnamevan di dema kar de hatin astengkirin. 2 hezar û 283 nûçeyên malperan hatin astengkirin. Ji ber mafê raderbirînê bikar anîn 311 kes hatin girtin û 69 kesan jî ceza wergirtin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst