Kilicdaroglu: Nabe ez li hember zilma li Emine Şenyaşar hatiye kirin bêdeng bimînim

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kilicdaroglu ragihand, nabe ew li hember zilma li Emine Şenyaşar hatiye kirin bêdeng bimîne.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kilicdaroglu, îro 5ê Sibata 2023ê beşdarî merasîma wergirtina endamên nû ya Şaxa Stenbolê ya CHPê bû. Kilicdaroglu derbarê rojeva Tirkiyê de axivî û herwiha behsa malbata Şenyaşar kir, ku nêzîkî 700 roj in li pêş Dadgeha Rihayê “Nobeda Edaletê” digrin.

Kilicdaroglu got: “Kesê li hember zilmê bêdeng bimîne şeytanê bêziman e. Em dê li dijî hemû neheqiyan derkevin. Dibe ku Emine Şenyaşar di jiyana xwe de deng nedabe CHPê. Lê divê ez li hember zilma li wê hatiye kirin serî hildim, bibêjim ev xelet e.”

Kilicdaroglu herwiha got: “Derbarê siberoja Tirkiyê de metirsiyên me hene. Em ji bo nehiştina van metirsiyan ligel hev in. Em di asteke wiha de ne, ku di her malê de nearamiyek heye. Li cihê ku pêkvejiyan hebe, hembêzkirin hebe em çima şerê hev bikin? Divê em nikaribin lêpirsînê derbarê nasnameya kesekî de bikin. Nasnameya her kesekî şerefa wî ye. Mafê kesekî nîne dê û bavê xwe hilbijêre, wê demê em çima nasnameyê dikin mijara siyasetê? Divê em rêzê li baweriya hemû kesî bigrin.”

Li navçeya Sirûcê ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ve, 14ê Hezîrana 2018an di dema propagandeya hilbijartinan de malbat û parêzvanên Parlamenterê AKPê Îbrahîm Halil Yildiz, du kur û hevjînê Emîne Şenyaşar kuştibûn, kurekî wê jî birîndar kiribûn.

Kurekî Emîne Şenyaşar li dikana xwe û kurek û hevjînê wê jî li nexweşxaneyê hatibûn kuştin. Herwiha di bûyerê de birayekî Îbrahîm Halil Yildiz jî hatibû kuştin.

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar nêzîkî du salan e li ber Dadgeha Rihayê di Nobeta Edaletê de ne.