Parvekirina Tugba Ekinci ya 'Ez ji Kurdan hez nakim' bu sedema bertekan

Hewlêr (Rûdaw) - Şîroveyên nîjadperest ên sitranbêj Tugba Ekinci ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî li ser Kurdan kir, bûn mijara nîqaşê.

Dema gelek kesan bertek nîşanî Ekîncî dan, ekonomîstê navdar Ozgur Demîrtaş pirsa "Tugba Ekinci kî ye?" kir.

Stranbêj Tugba Ekinci ku bi parvekirinên xwe yên medyaya civakî hez dike gelek caran behsa wê bê kirin, gotina wê ya “Ez ji Kurdan hez nakim” sopînerên wê aciz kir.

Tugba Ekinci li ser hesabê xwe yê Instagramê parvekirinek kir û tê de wiha got “Ez ji Kurdan hez nakim. Em ne mecbûr in ji hev hez bikin. Gava yek ji we hez neke hûn çima çêran dikin û qiyametê radikin? Yên ku ji we hez nakin, hûn jî ji wan hez nekin û xelas. Ti kes bi qasî we nikare bi xelkê bide gotin ku `perwerdehî şert e`. Çi eleqeya hezkirin û nehezkirinê bi nijadperestiyê re heye?”

Parvekirina Ekinci di demeke kin de gelek şîroveyan li pey xwe anîn. Gelek bikarhênerên ku li ser posta stranbêjê şîrove kirin, tekez kirin ku wan van gotinan xelet dîtin.

Hinekan Ekinci şermezar kirin, hinekan jî şîrove kirin ku "hewce nîne ku meriv wê ciddî bigire".

Aborînasê navdar Ozgur Demirtaş ku bi kurtasî li ser nivîsa Ekîncî ya "Tugba Ekinci kî ye?" şîrove kir, bi hezaran hat ecibandin.