Li Stenbolê erd hejiya

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kagithane ya Stenbolê ya Tirkiyê erdhejeke bi hêza 3.1 pile çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) îro Yekşemê 5ê Sibata 2023an ragihand ku demjimêr derdora 03.15 deqe li navçeya Kagithane erdhejek bi hêze 3.1 pile çêbûye.

Li gor AFADê, erdhej 10,66 kîlometre di bin erdê de çêbûye. Rêveberê Stenbolê yê AFADê Ercan Akar li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihandiye ku heta niha ti giliyekî nerênî bo Navenda Nûçeyan a AFADê nehatiye kirin.

Li aliyê din Rasathaneya Kandilli jî ragihand ku erdhej bi hêza 3.1 pile li navçeya Kagithane ya Stenbolê çêbûye û li gelek navçeya hest bi erdhejê hatiye kirin.

Herwiha kûrahiya wê 12.1 kîlometre di bin erdê de bûye. Li gor Rasathaneya Kandillî, ji ber erdhejê tirs li ba xelkê Stenbolê çêbûye.