Li Baroya Enqerê krîz; parêzeran dest ji kar berda

05-02-2022
RÛDAW
Nîşan Baorya Enqerê Parêzer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Baroya Enqerê raporta îşkenceyê ku parêzeran amade kiribû, ji aliyê rêveberiya Baroyê ve nehat weşandin û ev jî bû sedem ku hejmarek rêveber û parêzerên baroyê dest ji kar berdin.

Li gor agahiyan parêzerên endamên Navenda Mafên Mirov derbarê kesên ku bi îdîaya endamtiya rêxistina Cemaeta Gulen li Rêveberiya Emnî ya Enqerê hatine desteserkirin û îşkence li wan hatiye kirin de raportek amade kirine. Lê ev raport ji aliyê rêveberiya Baroyê ve nehatiye weşandin û wek nerazîbûn hejmareke parêzeran dest ji kar berdane.

Alîkarên Serokê Navenda Mafên Mirov a Baroya Enqerê Sercan Aran û Gizay Dulkadir û endamê Navenda Mafên Mirov ya Baroyê Deniz Can Aydin û hejmarek parêzer li ser hesabên xwe yê medya civakî peyamek belav kirin û sedema ji dest kar berdana xwe diyar kirin.

Parêzer Gizay Dulkadir di peyama xwe de dibêje “Li beramber hevkara me Aysel Tugluk ku mafên wê tên binpêkirin bêdeng mayîn û herî dawî jî ku raporta îşkenceyê nehat weşandin sedema aloziyê ne.” Parêzer Sercan Aran jî amaje bi wê yekê dide ku êdî baweriya wan nemaye pirsgirêk bên çareserkirin û bo wê yekê jî dest ji kar berdaye.

Endamê Navenda Mafên Mirov a Baroya Enqereyê Deniz Can Aydin got “Têkoşîna mafên mirov ne tenê tiştekî teknîkî ye ku bi rêyên hiqûqî û akademîk bên birêvebirin, divê derbarê hemû kesan de berpirsyartiyek hebe. Ez wek mirovekî tiştekî ku di warê wîjdanî de qebûl nakim naxwazim bibim perçeyekî wê jî.”

Li aliyê din tê îdîakirin di raporta ku hatiye amadekirin de bi gumanbarên ku li Rêvberiya Ewlehiyê ya Enqerê de hatine girtin re hevdîtin hatine kirin û li gorî wê yekê kesên gumanbar hatine tazîkirin, av reşandin, di sermayê de hiştin, lêdan û bi gefa destdirêjiyê rastî îşkenceyê hatine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst