Rapirsiya Metropollê: Tifaqa Millet bi pêş Tifaqa Komarî ket

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Kompanyaya Lêkolîna Metropellê Ozer Sancar ragihand ku li gorî rapirsiya meha Çileyê rêjeya piştgiriya li Tifaqa Millet dikin zêde bûye û bi pêş Tifaqa Komarê ketiye. Li gor rapirsiyê, kesên ku dengê xwe didin Tifaqa Millet ji sedî 48.3 û Tifaqa Komarê jî ji sedî 39.6 dengan werdigire.

Kompanyeya Lêkolîna Metropollê raporta bi navê “Nebza Tirkiyê Çile 2021: 5 Reqamên Mehê” belav kir.

Serokê Kompanyaya Lêkolîna Metropollê Ozer Sencar li ser hesabê xwe yê Twitterê encamên rapisiyê parve kir û li gorî rapirsiyê ji sedî 15.9 kesên ku di 24ê Hezîrana 2018an de deng dane AK Partiyê, Tifaqa Millet ku ji CHP û ÎYÎ Partiyê pêk hatiye, hildibjêrin û ji sedî 1.4ê wan kesan jî ragihandine, ku ji herdû tifaqan dûr in, lê Tifaqa Millet tercîh dikin.

Li gorî rapirsiyê, piştgiriya bo Tifaqa Millet zêde dibe. Li ser pirsên “Hûn nêzikî kîjan tifaqî ne? Tifaqa Komarî ya ku AK Partî û MHP tê de cih digre? Tifaqa Netewî ya ku CHP û ÎYÎ Partî tê de cih digre?” ji sedî 42.4 dibêjin “Ez nêzikî Tifaqa Millet im.”

Ji sedî 36.9 kesên beşdar di rapirsiyê de jî dibêjin ku ew nêzîkî Tifaqa Komarî ne û ji sedî 5.9 jî dibêjin “Ez ne nêzikî herdû tifaqan me lê ez dê Tifaqa Millet tercîh bikim”, ji sedî 2.7 dibêjin “Ez ne nêzikî herdû tifaqan me lê ez dê Tifaqa Komarî tercîh bikim.”

Ji sedî 12.2 beşdarê rapirsiya Metropollê jî dibêjin “Raman tine/Bersiv tine.”

Ji sedî 26.8 hilbijêrên MHPê dibêjin “Ez nêzîkî Tifaqa Komarî me,” ji sedî 6 jî dibêjin “ez ne nêzikî herdû tifaqan im lê ez dê Tifaqa Millet hilbijêrim.”

Hilbijêrên HDPê Tifaqa Millet hildibijêrin

Li gorî encamên rapirsiyê, piraniya hilbijêrên HDPê Tifaqa Millet hildibijêrin. Ji sedî 67.5 hilbijêrên HDPê dibêjin “Ez nêzîkî Tifaqa Millet im,” ji sedî 17 jî dibêjin “Ez ne nêzikî herdû tifaqan me, lê ez dê Tifaqa Millet hilbijêrim,” li aliyê din ji sedî 3.8 hilbijêrên HDPê dibêjin “Ez ne nêzî herdû tifaqan me lê ez dê Tifaqa Komarî tercîh bikim” û ji sedî 0.6 dibêjin “Ez nîzikî Tifaqa Komarî me.”

Ji sedî 14.4 rêjaya hilbijêrên ÎYÎ Partiyê xwe nêzikî Tifaqa Komarî dibînin. Ji sedî 3.7 jî xwe nêzîkî herdû tifaqan nabînin lê gotine ku ew dê Tifaqa Komarî hilbijêrin.

Kesên ku deng dane Partiya Saadetê, ji sedî 52.6ê wan kesan Tifaqa Millet hildibijêrin û rêjeya ku Tifaqa Komarî hildibijêrin ji sedî 33.3 ye.

Herwiha li aliyê din li gorî rapirsiyê, ji sedî 59.1 dibêjin asta refahê li Tirkiyê xerab bûye.

Li ser pirsa “Di sala dawî de asta refahê/mercên debara we yan malbata we çawa guherî? Ji sedî 59.1 dibêjin “Xerab bû,” ji sedî 13.8 dibêjin “Baş bû” û ji sedî 26,3 dibêjin “Neguheriye.” Ji sedî 0.8 jî bersiv nedane.

Di rapirsiyê de li ser pirsa ku di polîtîkayên derve yên Tirkiyê de pêşikiyê bidin Yekîtiya Ewropayê (YE) û Amerîkayê an jî pêşikiyê bidin Rûsya û Çînê,

Ji sedî 40.9 kesên beşdar dibêjên “Divê pêşikiye bidin YE û Amerîkayê,” ji sedî 27.6 dibêjin “Divê pêşikiyê bidin Rûsya û Çînê.” Ji sedî 5.9 dixwazin pêşikiyê nedin ti aliyekî. Ji sedî 3.9 jî dixwaxin pêşikiyê bidin hemûyan. Ji sedî 20.9 dibêjin “Raman tine/Bersiv tine.” Ji sedî 0.7 “Ya din” tercîh dikin.