Rêjeya jinan ji bo hilbijartinên şaredariyan

05-02-2019
RÛDAW
HDPê 208 jin bo hilbijartinên şaredariyan berbijêr kirine
HDPê 208 jin bo hilbijartinên şaredariyan berbijêr kirine
Nîşan Hilbijartinên Şaredariyan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Rêje Jin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêjeya kêm a berbijarên jin ji bo hilbijartinên şaredariyan li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê balê dikşîne. Bi giştî li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê, 2 hezar û 912 berbijêr hene, ku tenê 385 ji wan jin in. Piraniya wan jî berbijarên HDPê ne li bajarên Bakûrê Kurdistanê, ku 208 jin vê carê berendamên HDPê ne.

 

Kêmitr ji du mehan bo birêveçûna hilbijartinên şaredariyan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê mane û partî li ser destnîşankirin û ragehandina berbijêran berdewam in.


Yek ji wan xalên bûye cihê balkişandina çavdêran û bi taybetî jî rêxistinên Jinan. Mijara rêjeya jina ye di nav berbijêran de.


Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê partiyên siyasî yên ku biryar dane tevlî hilbijartinên şaredariyan bibin, 2 hezar û 912 kes berbijêr kirine ku 385 ji wan jin in , hezar û 807 din jî mêr in. HDPê jin bêhtir berbijêr kirine ku hejmara wan 208 jin in.


AK Partiyê  ji 75 berbijêrên mezin êm şaredariyên Tirkiyê jinek berbijêr kiriye, û ji tevahiya 709 berbijêran 15 jin destnîşan kirine.


CHPê jî  31 jin û  MHPê14 jin û IYI Partî 2 jin weke berbijêr destnîşan kirine.


Vê tabloyê komele û rêxistinên piştevanîkirina jinan dilgiran kirine. Ev di demekî de ye ku  heya niha partiyên wî welatî li ser destnîşankirina berbijêrên bajar û bajarokan berdewam in.


HDPê jî biryar standiye  sîstema hevserokatiyê bi cîbike û bo her postekî jî du kes ji her du regezan destnîşan dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst