Erdogan: Bêyî wergirtina rîskê siyaset nayê kirin

Duh li 06:08
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Rîze Siyaset
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, “Bêyî  wergirtina  rîskê wekî ku di jiyanê de serkeftin nayê bidestxistin bi heman awayî siyaset jî nayê kirin.”

Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan îro li Salona Sporê ya Yenîşehirê beşdarî Kongreya 8emîn a Asayî ya Bajarê Rîzeyê ya AK Partiyê bû û tê de axivî.

Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku armanca wan ew e ku AK Partî di hilbijartinan de careke din derkeve ji sedî 50î.

“Bêyî wergirtina rîskê serkeftin nayê bidestxistin”

Erdogan derbarê rûdanên vê dawiyê jî got:

“Armanca me ya sereke Tirkiyeyeke bê teror e.

Di van rojên ku cîhan û herêma me di serdemeke krîtîk re derbas dibe û guherînên dîrokî çêdibin, divê xew nekeve çavê ti rêhavelê min.

Ji bo ku em carake din bikevin dîrokê û navê xwe li dîrokê bihêlin derfeteke kêmpeyda li pêşiya me ye.

Hevalên rêzdar Xwedayê me dide zanîn ku tenê bi qasî xebata xwe  keda xwe distînî.

Bêyî hilberîna tiştekî, bêyî rûbirûbûna aksiyonekê, bêyî wergirtina rîskekê wekî ku di qadên din ên jiyanê de serkeftin nayê bidestxistin û siyaset jî nayê kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst