Wezîr ragihand: Heta niha çend koçber vegeriyan Sûriyeyê?

Duh li 09:05
RÛDAW
Nîşan Sûriye Tirkiye Koçber Veger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê ragihand ku 40 hezar koçberên Sûriyeyî piştî rûxîna rejîma Beşar Esed vegeriyane.

Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat doh çû serdana Deriyê Sînorî yê Cîlvegozu-Babil Hewayê û li ser rewşa dawî zanyarî dan.

Omer Bolat ragihand ku ji piştî rûxîna rejîma Beşar Esed ve nêzîkî 40 hezar koçberên Sûriyeyî vegeriyane welatê xwe.

Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê da zanîn ku di serdema nû ya Sûriyeyê de ji bo bazirganiya di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de amadekariyek heye.

Bolat diyar kir ku ew di demeke kurt de zanyarî û pêşniyaran di asta hikûmetê de binirxînin.

Omer Bolat bal kişand ser vegera koçberan jî û got, her ku biçe dê vegera koçberan zêdetir bibe.

Bolat amaje bi wê yekê jî da ku wekî wezaretê wan bi belgenameyê hêsankarî kirine ku koçber karibin di vegerê de kelûpelên nav mal û otomobîlên xwe bibin welatê xwe.

Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat got:

“Wekî wezaretê me derbarê rewşa Sûriyeyê maseyek ava kiriye.

Bi vî awayî em kar û xebatên xwe koordîne dikin

Mijarên sereke yên wekî pêwendiyên bazirganî, kar û barên gumrikê, sîstema nû ya bazirganiyê û xizmetên çêkirina avahiyan dê di rojeva me de bin.

Li gorî amarên Parêzgariya Hatayê di 3 dêriyên gumrikê re 27 hezar û 941 koçber derbasî welatê xwe bûne.

Dema em deriyên din jî lê zêde dikin, ev hejmar digihêje nêzîkî 40 hezar kesî.

Koçber jî dixwazin rewş baştir bibe. Ez bawer im hefteyên pêş dê çûyîna koçberan zêdetir bibe.”

Piştî ku meha borî rejîma Beşar Esed ji aliyê Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) ve hat rûxandin vegera xelkê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê dest pê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst