Serokê Komunîst dê li ku derê bibe berbijêr?

Hewlêr (Rûdaw) – Federasyona Meclîsên Sosyalîst ragihand ku Şaredarê Dêrsimê Fatîh Mehmet Maçoglu dê bibe berbijêrê Serokatiya Şaredariya navçeya Kadikoyê ya Stenbolê.

Nûnerên Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) ji bo hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adarê civiyan.

Federesyonê di civînê de biryar da ku Fatîh Mehmet Maçoglu bibe berbijêrê Serokatiya Şaredariya navçeya Kadikoyê ya Stenbolê.

Li gorî biryara hatiye girtin, dê Maçoglu ji Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP) bibe berbijêr.

Federasyona Meclîsên Sosyalîst têkildarî biryarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) di daxuyaniya xwe de got:

“Maçoglu dê wekî berbijêrê hevpar ê hêzên demokratîk, çep-sosyalîst beşdarî hilbijartinên herêmî bibe.”

SMF: Me daxwazên gel berçav girtin

Di daxuyaniyê de bi sergotara “Biryara me ya ji bo rêhevalê me Fatîh Mehmet Maçaoglu wiha ye?” ev agahî hatin parvekirin:

“Di daxuyaniya xwe ya berê de me biryar da ku şaredarê me yê Dêrsimê rêheval Fatîh Mehmet Maçoglu cara sêyemîn jî bibe berbijêr.

Saziya me hemû pêşniyarî û daxwazên gel berçav girtine.

Me li dijî sextekarî, talan û alîgiriyê, ji bo berjewendiya hevpar a gelê xwe, rêveberiyên herêmî yên şefaf, demokratîk a bi sernavê ‘Serokê Komunîst’ wekî berpirsyarî girtiye ser xwe.

Di vê çarçoveyê de, me wekî saziyên demokrat, sol-sosyalîst biryar da ku Fatîh Mehmet Maçaoglu bibe berbijêrê Serokatiya Şaredariya navçeya Kadikoya Stenbolê.”

Fatih Mehmet Maçoglu kî ye?

Fatîh Mehmet Maçaoglu, sala 1968an li gundê Gewrikê yê navçeya Pulura Dêrsimê ji dayik bûye.

Fatih Mehmet Maçoglu li Dibistana Seretayî ya Ovacikê dest bi xwendina xwe kir.

Maçaglu piştî wê, dibistana navîn a tenduristiyê ya Çewlîgê qezenç kir.

Piştî xwendina xwe li bajarokê Hisarlikê ya Bozkira Konyayê wekî xebatkarê tenduristiyê xebitî.

Ji ber leşkeriyê Maçgolu tayînî navenda tenduristiyê ya navçeya Pertekê ya Dêrsimê hat kirin.

Maçgolu piştî leşkeriyê jî li wir xebitî.

Sala 1996an bû endamê çalak ê Kedkarên Tenduristiyê û Civakê.

Ji sala 2007an heta 2017an li Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê xebitî.

Maçoglu îstifa kir û ji bo bêrbijêriya Serokatiya Şaredariya navçeya Pulura Dêrsimê serlêdan kir.

Maçoglu ku bavê 2 zarokan e, di hilbijartinan de bi ser ket û 5 salan li Pulurê xebitî.

Maçoglu di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an de ji Federesyona Meclîsa Sosyalîst (SMF) bû berbijêrê Serokatiya Şaredariya Dêrsimê.