Serokên 6 partiyên opozîsyona Tirkiyê bi mazûvaniya Davutoglu dicivin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokên 6 partiyên opozîsyona Tirkiyê îro bi mazûvaniya Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu li Enqere dicivin.

Gotûbêjê li ser berbijêrê hevbeş bo hilbijartinên serokkomariyê yek ji mijarên sereke yên civîna wan e.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu çend caran di daxuyaniyên xwe de bi eşkere gotiye ku ew dixwaze bibe berbijêr lê  Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener a ku duyem partiya bihêz a wê hevpeymaniyê ye, bi germî pêşwaziyê li vê daxwaza Kiliçdaroglu nake.

Akşener berê di daxuyaniyên xwe de gotibû eger Serokê Şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu an jî serokê Şaredariya Enqerê Mansur Yavaş bibe berbijêr ew dê piştevaniyê bikin.

Serokê Partiya Saadetê jî gotibû ku heger her yek ji Şaredarên Stenbolê û Enqerê bibin berbijêr dê Erdogan ji wan zêdetir dengan bi dest bixe.