Di sala nû de mûçeyê Erdogan bû çiqas?

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê di sala nû ya 2022ê de ligel mûçeyê kêmane, mûçeyê fermanberên hikûmî û xanenişînan, mûçeyê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan jî ji sedî 14.4 hat zêdekirin. Piştî vê zêdekirinê mûçeyê Erdogan bû 100 hezar û 750 lîre (derdora 7 hezar û 500 dolar).

Bi destpêka sala 2022ê bihabûn û zêdebûna nirxan berdewam e û rêjeya enflasyonê bilind dibe. Hikûmeta Tirkiyê ji bo ku hevsengiyekê di navbera van bihabûnan de çêbike, mûçe zêde dike.

Herî dawî hikûmeta Tirkiyê mûçeyê kêmane ji sedî 50, mûçeyê fermanberên hikûmî ji sedî 30.5 û mûçeyê xanenişînan jî ji sedî 25,48 zêde kir.

Ligel van zêdekirinên di mûçeyê welatiyan de, mûçeyê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Edogan jî ji sedî 14.4 hat zêde kirin. Bi vê zêdekirinê mûçeyê Erdogan ji 88 hezar lîreyan (derdora 6 hezar û 547 dolar) bo 100 hezar û 750 lîreyan (derdora 7 hezar û 500 dolar) hat zêdekirin.

Ji ber bilindbûna enflasyonê ya li Tirkiyê ku ji sedî 36 derbas bûye, barê li ser milê welatiyan roj bi roj zêdetir dibe û hêza wan a kirînê kêm dibe.

Aborînas dibêjin di demekê de ku li Tirkiyê mûçeyê kêmane, xanenişîn û fermanberên hikûmî li gor sala borî hatiye zêdekirin jî, lê ew zêdekirin berî bigehe destê welatiyan ji ber bihakirinan heliya ye.