Kurum: Li dermanxaneyan poşêtên plastîk dê bêpere bin

05-01-2019
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Dermanxana Poşêt
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Bajarvanî û Jîngehê yê Tirkiyê Murat Kurum derbarê li dermanxaneyan sepandina poşêtên plastîk de got ji bo poşêtên bêpere bin ew dê hefteya bê hurgiliyên wê diyar bikin.

 

Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê yê Tirkiyê Murat Kurum serdana Waliyê Karabukê Fuat Gurelê li wir daxuyanî da rojnamevanan û got ew niha li ser sepandina poşêtên plastîk dixebitin.


Li ser pirsa der barê li dermanxaneyan emilandina poşêtên plastîk da Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum da zanîn ku beşek ji poşetan dê bêpere bin.


Murat Kurum wiha got: "Odeya dermanxaneyan û wezareta me xebatekê dimeşînin. Poşêtên ku qalindiya wan ji 0,15 mîkronanî kêmtir in dê bêpere bin. Tenduristiya welatiyên me girîng e. Ji bona poşêtên wiha bêpere bin em dê hefteya pêşiya me esasên wê biweşînin.”


Wezareta Bajarvanî û Jîngehê ya Tirkiyê bi mebesta parastina jîngeh û berîlêgirtina îsrafa plastîkê destkariyek di yasaya jîngehê de kir û bi sala nû re niha sepandina vê yasayê destpêkiriye.


Li gor vê yasayê dê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê,  her market serê poşêtek plastîk 250 qirûş ji kiryaran wergire; lê kiryarên ku heta niha van poşêtan bê berdêl werdigirtin her nerazî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst