TIRKIYE - Penaberên ji Helebê dixwazin vegerin

12 demjimêr berê
RÛDAW
Penaberên ji Helebê dixwazin vegerin / Wêne: Ji dîmenan
Penaberên ji Helebê dixwazin vegerin / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Heleb Penaber Tirkiye
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Piştî ku kontrola Helebê ket destê Heyeta Tehrîr El Şamê û hevpeymanên wê, li Tirkiyeyê hêviya vegerê li ba koçberên ji Helebê çêbû.

Komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 27ê Çiriya Paşîn êrişî parêzgehên Îdlib û Helebê kir.

Komên çekdar 27-28ê Çiriya Paşîn ji rojavayê Helebê ber bi navendê ve bi lez bi pêş ketin û wan 30ê Çiriya Paşîn piraniya navenda Helebê bi dest xist.

Komên çekdar 30ê Çiriya Paşîn jî navçeya Xan Şêxûnê kontrol kir û bi vê yekê tevahiya parêzgeha Îdlibê ket bin kontrola komên çekdar.

Piştî ku kontrola Helebê ket destê Heyeta Tehrîr El Şamê û hevpeymanê wê gelek koçberên Helebî yên li Îdlibê vegeriyan malên xwe.

Hêvî li ba penaberan çêbû

Li ser vê yekê hêvî li ba koçberên ji Helebê yên li Tirkiyeyê jî çêbû ku vegerin bajarê xwe.

Miqtadê bavê 3 zarokan ku xelkê Helebê ye ew çend sal in li Stenbole koçber e.

Ji ber nebûna derfetan zarokên xwe îsal neşandine dibistanê û li maleke xirab hewla debara xwe dike.

Bêderfetiyê hemû rê li ber wi girtine û nekariye xwe bighîne Ewropayê.

Her wiha li wir paşerojeke ku bi qasî serê derziyê hêviyê bide wî û zarokên wî jî nîne.

Piştî rûdanên li Helebê çav û guhê wî jî li wir e û dibêje tevî ku ti nişaneyên aramiyê nînin jî lê eger rê vebe ew dê bi zarokên xwe re vegere warê xwe.

“Tiştek di destê xelkê de nemaye”

Miqdat got, “Niha li ser wegera me tiştekî diyar nîne. Ew ( HTŞ) li wir in.

Piştî ku Efrîn jî çû xelkê me zêde wenegeriya. Ji ber ku malê xelkê nema û tiştek di destê xelkê de nemaya û xelk li derve ye. Erdê xelkê jî standine.”

Li Navenda Koç û Koçberan a Enqereyê (ÎGAM) jî li ser senaryoyên vegera koçber û penaberên Sûriyeyê kar tên kirin.

Ji ber ku li Tirkiyeyê hêviyek heye ku piştî rûdanên vê dawiyê hinek koçber û penaberên Sûriyeyê vegerin Helebê û gundewarên wê.

“Koçber dixwazin vegerin”

 Serokê ÎGAMê Metîn Çorabatir got:

“Li gorî lekolîn û hevdîtinên ku me bi koçberan re kirine, em dibînin ku hêvî û daxwazek ji bo vegerê heye.

Hinek ji wan ku bi salan e ji welatê xwe dûr mane dixwazin vegerin lê hemû koçber ji ber rewşa ewlehiyê hîn jî bifikar in.”

Li Tirkiyeyê hinek partî û aliyên siyasî jî di wê baweriyê de ne ku eger HTŞ gefê li ser xelkê çêneke dê hinek koçber vegerin.

Alîkarê Serokê DEVAyê Mehmet Emîn Ekmen jî got:

“Sîstema ku HTŞyê ava kiriye ji bo vegera koçberên Sûriyeyê erênî xuya dike.

Heman demê daxuyaniyên HTŞyê yên derbarê Kurd û pêkahateyên olî yên li Helebê jî erênî ne.

Eger li Helebê bi beşdariya Rûsya, Amerîka û rejîma Suriyeyê agirbestek were ragihandin û aramî bê parastin wê demê dê koçber jî vegerin.”

Li gorî amarên Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 2 milyon û 935 hezar û 742 koçber û penaberên ji Suriye û Rojavayê Kurdistanê hene.

Nûçe: Şewket Herkî û Rawîn Stêk

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst