Di doza ku ji bo Demîrtaş 20 sal cezayê girtîgehê tê xwestin de dê parastina xwe bike

Hewlêr (Rûdaw) - Selahattîn Demirtaş sibe dê di rûniştina doza li Mêrsînê de parastina xwe bike û tê çaverêkirin biryarek bê dayîn.

Hevserokê Berê yê HDPê Selahattin Demirtaş yê ji sala 2016an ve di girtîgeha Edirnetê de girtiye.

Biryare roja Sêşemê di rûniştina doza ku ji ber axaftinên di sala 2015 û 2016an de kirine were darizandin.

Demîrtaş dê di vê rûniştina dozê de parastina xwe bike û tê çaverêkirin heyeta dadgehê biryarekê derbarê Demirtaş de bide.

5ê Kanûna Pêşîna 2023yan Hevserokê Berê yêPartiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş dê li 14emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê bê darizandin.

Di rûniştina doza ku ji ber axaftinên di mîtîngên salên 2015 û 2016an kirine, bi hînceta "Bêrêzîkirina li sazî û dezgahên fermî yên hikûmetê û dewletê" 10 dosyayên derbarê Demîrtaş de kirine yek.

Di wê rûniştinina dozê de Demîrtaş dê parastina xwe bike.

Di wê doza ku 20 sal cezayê girtîgehê ji Demîrtaş re tê xwestin, tê çaverêkirin heyeta dadgehê derbarê Demirtaş de biryarekê bide.