HEDEPê biryara xwe ya hilbijartinên şaredariyan eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka HEDEPê Ayşegul Doganê ragihand ku rêveberiya partiyê biryar daye li hemû bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi berbijêrên xwe beşdarî hilbijartinên şaredariyan bibin.

Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari di çend rojên dawî de çûn piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê û bi xelkê re hevdîtin pêk anîn.

Hevserokê HEDEPê derbarê hilbijartinên xwecihî de nêrînên xelkê wergirtin.

Piştî serdanên her du hevserokan, Rêveberiya Navendî ya HEDEPê doh li navenda partiyê dest bi civînê kir û dê civîn îro bi dawî bibe.

Ayşegul Doganê di navbera civînê de civîneke çapemeniyê li dar xist û derbarê biryarên rêveberiya partiyê de axivî.

Doganê diyar kir rêveberiya partiyê biryar daye ku tevî bajarên mezin bi berbijêrên xwe beşdarî hilbijartinên şaredariyan bibin lê biryara dawî dê Meclîsa Partiyê bide.

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Ayşegul Doganê got:

“Tevî bajarên mezin jî li her dera Tirkiyeyê em amadekariyan dikin ku bi berbijêrên xwe beşdarî hilbijartinan bibin û em dê bi ser bikevin. Nerîna Lijneya Rêveberiya Navendî ya partiyê bi vî awayî ye.

Ev nerîna Lijneya Rêveberiya Navendî dê li Meclîsa Partiyê bê nirxandin û em dê we ji geşedanên nû agahdar bikin lê ez dibêjim li bajarên mezin û li her cihê Tirkiyeyê jî.”