Rapirsiya ORC: HDP di bin benda hilbijartinê de dimîne

Hewlêr (Rûdaw) - Kompanya Lêkolînan a ORC (Obcektiv Research Center) encamên rapirsiyeke xwe ya nû ji bo hilbijartinên pêşwext li Tirkiyê belav kir. Li gorî rapirsiyê, Tifaqa Komarî ku ji AK Partî û MHPê pêk tê, di bin ji sedî 50 de deng werdigrê lê bi vê encamê dîsa di parlementoyê de piraniyê bi dest dixe.

ORC ku texmîna herî nêz di derbarê encamên hilbijartinên 28ê Hezîranê de kiribû, rapirsiyeke nû kiriye û ji beşdaran pirs kiriye, “ger vê yekêşemiyê hilbijartin çê bibe, tu dê deng bidî kîjan partiyê” û  li gor encama rapirsiyê tenê 4 partî benda hilbijartinan derbas dikin û HDP jî bi rêjeya 9.3 di bin bendê d dimîne.

ORC ragihandiye ku lêkolîna xwe di navbera 26ê Mijdarê û 1ê Kanûnê2020an de li 42 bajaran encam daye û 3 hezar 820 kes di rapirsiyê de beşdar bûne. Li gorî rapirsê, rêjeya 5 partiyên herî zêde deng distînîn: AK Partî ji sedî 36.1, CHP ji sedî 25.4, MHP ji sedî 12.7, IYI Partî ji sedî 10.4 û HDP ji sedî 9.3 deng distînîn, bi vê encamê HDP di bin bendê de dimîne.

Alî Babacan ê ku AK Partiyê qetiyabû û Partiya Demokrasî û Pêşketinê (DEVA) ava kiribû rêjeya dengê wê ji sedî 1.9 hat ragihandin. Partiya Pêşerojê ya bi serokatiya serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu jî ji sedî 1.1 deng distîne.

Li gor van encaman, dengên Tifaqa Komarî ya AK Partî û MHPê bi giştî digihîje ji sedî 48.8 û di parlementoyê de piraniyê bi dest dixin, herwiha rêjeya dengên Tifaqa Netewî ya CHPê û IYI Partiyê jî digihîje ji sedî 35.8an