Lêkolîner Bayrakli: Peywendiyê Tirkiye û YEyê gelek lawaz bû

Stenbol (Rûdaw) -  Pisporê polîtîkayên bi derve û lêkolîner Enes Bayrakli derbarê peywendiyên navbera Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê de got, jixwe gotûbêj gelekî bi lez berdewam jî nedikir û tiştek nehatiye bi dest xistin û niha jî gotûbêj dê bi pêş ve neçe.


Peywendiyên Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê ev demeke dirêje bûye cihê aloziyê û egera bi dawîkirina gotûbêjan di rojevê de ye.


Pisporê polîtîkayên bi derve û lêkolîner Enes Bayrakli derbarê aqûbeta peywendî û berdewamkirina gotûbêjên di navbera Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê de ne xweşbîne û dibêje ji îro û şûn de ew ne bawer in pêşketine zêde çê bibe.


Enes Bayrakli wiha got: "Peywendiyên Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê, piştî biryara Parlamentoya Ewropayê ya pêşniyazkirina rawestandina gotûbêjan, bû cihê qeyraneke kur. Helbet ev bi gelek bûyeran ve têkildar e ku di salên çûyîn de rûdan. Lê beriya her tiştî rewşe wiha jî heye: Weke tê zanîn, Ewropa di qeyraneke cidî de ye. Gelek aliyên vê qeyranê hene. Yek ji van, li Ewropayê tevgerên muhazafakarên radîkal gelekî xurt dibin û aşkere ye ku ev muhafazakarên radîkal li hemberî Tirkiyê ne.


Bayrakli diyar ku piştî Brîtanya ji veqetiya, li Awistirya hilbijartin çebûn, li Îtalyayê referandûm heye û wiha domand:


“Di sala pêşiya me de li Almanya, Holenda û Frensa hilbijartin hene û di van hilbijartinan de gengaze hin partiyên muhafazakar werin li ser hikûm û hin jî serkeftinên gelekî xurt bi dest bixin. Di proseseke wiha ku Yekîtiya Ewropa tê de ye; ji xwe têkiliyên Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê bi taybetî piştî destpêkirina gotûbêjên di 2005an de dest pê kirin, gelek sermijarên gotûbêjan yên rawestiyayî hebûn.


Jixwe gotûbêj gelekî bi lez berdewam jî nedikir û tiştek nehatiye bi dest xistin. Niha gava em hemû pêşveçûnên siyasî yên li Yekîtiya Ewropayê bidin ber çavan, ji niha û pê de dê gotûbêj bi pêş ve neçe."