Îmamoglu: Desthilatê kontrola xwe winda kiriye
Hewlêr (Rûdaw) - Ekrem Îmamoglu li ser tayînkirina qeyûman got, “Desthilatê kontrola xwe wenda kiriye û belav dibe. Rastî virvirînên nemicid û hevnegirtî tê.”
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku wan qeyûm daniye ser şaredariyên parêzgehên Mêrdîn û Êlihê û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê.
“Malbat li hev dianîn, bû terorîst”
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu derbarê tayînkirina qeyûman got:
“Desthilatê kontrola xwe wenda kiriye û belav dibe. Rastî virvirînên nemicid û hevnegirtî tê.
Ahmet Turkê ku beriya niha bi hefteyekê bi Alîkarê Serokkomar re malbat li hev dianîn vê hefteyê bû terorîst.”
Ekrem Îmamoglu behsa nehiqûqiya bi rêya qeyûman kir û pê de çû:
“Di demokrasiyê de berdewamiya vîna dengderan esas e.
Deme yekî hilbijartî ji peywira xwe tê dûrxistin dîsa yekî hilbijartî yanî endamekî Meclisê tê şûna wî.
Rayeya hilbijartinê tenê aidî dengderan e û nayê dewrkirin.”