ÎHH çalakiyeke berfireh li dijî Îsraîlê li dar dixe: Ji Stenbolê heta Edeneyê

04-11-2023
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Çalakî bi mebesta şermezarkirina êrişên li Xezeyê ye
Çalakî bi mebesta şermezarkirina êrişên li Xezeyê ye
Nîşan Tirkiye ÎHH Edene Baregeha Amerîkayê ya Încirlîkê
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Weqfa Alîkariya Mirovî (ÎHH) ji bo şermezarkirina êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê karwaneke otomobîlan a mezin ji Stenbolê ber bi Încîrlîkê ve bi rê xist.

Karwana bi navê “Ji Filîstînê Re Azadî” ku ji sedan otomobîlan pêk tê, piştî Kocaelî, Enqere û Konyayê dê bigihêje bajarê Edeneyê.

ÎHH dê bi beşdariyeke girseyî li ber Baregeha Încîrlîkê çalakiyekê li dar bixe.

Dîplomat û fermandara berê ya Amerîkayî Ann Wright jî ji bo piştgiriya wê çalakiyê li Stenbolê ye.

“Em dê her tim li hemberî êrişên Îsraîlê bin”

Çalakvana Amerîkayî Ann Wrîght got:

“Ez ji bo şerê li Xezeyê li vir im. Ji bo ku Arteşa Amerîkayê li hemberî Xezeyê bêhtir çekan bi kar neyîne em li vir in.

Em naxwazin ku çekên Amerîkayê zêdetir berê xwe bidin Filistîniyan. Em dê her tim wan êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê bînin ziman û li hemberî wan bin.”

Karwan piştî 3 rojan dê bigihêje Edeneyê

Karwana ku ji sedan otomobîlan pêk tê dê piştî rêwitiyeke 3 rojan bigihêje bajarê Edeneyê.

Herwiha li rawestgeha yekem ango li Kocaeliyê jî pêşwazî li wan hat kirin.

Çalakvanan piştî nimêjê careke din berê xwe da rê û hinek otomobîl li wir jî li wê karwanê zêde bûn.

“Amerîka şer daye destpêkirin”

Serokê ÎHHyê Bulent Yildirim got:

“Heke welatên Îslamî û welatên baş kom nebin û tedbîreke leşkerî wernegirin, diyar e Amerîka û Îsraîl dê vî şerî li tevahiya navçeyê belav bikin. Esas ê ku şer daye destpêkirin, dimeşîne û biryar daye Amerîka ye.

Ez dixwazim careke din bînim bîra xelkê ku armanca van baregehên Amerîkayê Tirkiye ye. Em di wê baweriyê de ne heta ku guvaş li Amerîkayê nebe şer ranaweste.”

Îsraîl û Amerîka xwîna xelkê dimêjin”

Beşdarê bi navê Omer Tancan jî got, “Sedema beşdariya min a vê karwanê ew e ku li hemberî Îsraîl û Amerîkaya siyonîst rawestim. Ji ber ku ew xwîna xelkê dimêjin.”

Beşdarekî din Mehmet Anmak jî wiha axivî:

“Mirovahî bi komkujiyê re rû bi rû ye ku di dîroka xwe de rastî wê nehatiye. Armanca me rawestandina vê komkujiyê ye. Daxwaza me ew e ku cîhan li hemberî vê komkujiyê kor û ker nemîne. Me ev çalakî ji bo vê yekê kir.”

ÎHH di heman demê de amadehiya çalakiyeke cîhanî jî dike ku di rojên pêş de Îsraîlê li ser asta cîhanê şermezar bike.

Karwana ku gihîşt Enqereyê dê dûv re li Konyayê jî çalakiyekê li dar bixe û banga beşdariya xelkê bike.

Herwiha li gelek bajarên din ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî bi hezaran otomobîl ji bo heman armancê bi rê ketin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst