Erdogan: Netanyahu êdî ne mixatabê me ye

04-11-2023
RÛDAW
Nîşan Erdogan Hemas Îsraîl
A+ A-
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê li ser Serokwezîrê Îsraîlê got, “Netanyahu êdî bi ti awayî ne mixatabê me ye. Me ew jê bir û avêt.”
 
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî vegera ji 10emîn Lûtkeya Konseya Serokên Rêxistina Dewletên Tirkî ya li Qazaxistanê di balafirê de li ser rojev û şerê Îsraîl û Hemasê bersiva pirsên rojnamegeran da.

 

“Serokê MÎTê bi Îsraîlê re diaxive”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan anî ziman:

“Niha bi Îsraîlê re ti pêwendiyeke min nîne. Serokê MÎTê Îbrahim Kalin bi Îsraîlê re diaxive. Helbet bi Filîstîn û Hemasê re jî diaxive.

Ez vê yekê bêjim, Netanyahu êdî bi ti awayî ne mixatabê me ye. Me ew jê bir û avêt. Ez dê vê biryarê di Lûtkeya Rêxistina Hevkariya Îslamî de bidim.

Em carekê li rewşa wê derê jî binêrin lê em di asta navdewletî de bi temamî pêwendiyan qut nakin. Di mijara Îsraîl û Filîstînê de armanca me ya serekî aştî ye.”

“Em dê ji bo agirbestê bixebitin”

Erdogan diyar kir ku eger lihevkirinek çêbibe Tirkiye dikare li Xezeyê bibe welatekî garantor û got:

“Dewletên endamê Neteweyên Yekbûyî li ser agirbestê bûne du beş.

Di dengdana li Neteweyên Yekbûyî de 121 welatan daxwaza agirbestê kir, 45 welat di navbera xwestin û nexwestinê de ne û 14 welat jî agirbestê qebûl nakin.

Ji ber vê yekê Lûtkeya Hevkariya Îslamî ya li Riyadê girîng e. Em dê li wê derê ji bo agirbestê bixebitin.”

Erdogan herwiha destnîşan kir ku Yekitiya Ewropayê di vê mijarê de dadmendane tevnegeriya û baweriya wan kêm bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst