DFG: Li Tirkiyê 87 rojnamevan girtî ne

04-11-2022
RÛDAW
Nîşan DFG Rojnamevan Girtî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê(DFG) di rapora xwe ya dawî ya derbarê binpêkirinên li dijî rojnamevanên li Bakurê Kurdistanê Tirkiyê de ragihand ku di Cotmeha îsal de bi girtina 10 rojnamevanan hejmara rojnamevanên girtî bo 87 kesan zêde bûye.

Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG)  rapora xwe ya derbarê  binpêkirinên ku di Cotmeha îsal de li dijî rojnamevanên li Bakurê Kurdistan û Tirkiye hatine kirin, belav kir.

Komleya navborî di rapora xwe de amaje bi wê yekê daye ku di Cotmeha îsal de jî binpêkariyên li dijî rojnmavanên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê zêde bûne û dibêje: “Rojnamevan û rojnamevanî careke din rûbirûyî kuştin, girtin, destserkirin û sansûrkirina maye. Bi kuştina hevkara me Nagihan Akrsel ku salên dûr û dirêj di ragihandina azad de ked daye, di dawiya meha Cotmehê de 10 hevkarên me hatin girtin.

Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê balkişandiye ser yasaya sansurê ku meh borî bi piraniya dengên AKP û MHPê li parlamentoya Tirkiyê hat pesendkirin û dibêje: “Aliyên ku herî zêde dengê xwe derxisitine, rêxistinên pîşeyî yên ragihandinê jî bin, lê ev nayê wê wateyê ku ev yasa bi hemû civakê re  ne peywendîdar e. Bi vê yasayê dê hewla welatiyekê ya derxistina dengê xwe li beramber binpêkariyekê bi nave dezenformasyonê bê astengkirin.”

Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê li beramber girtina 10 rojnamevanên Kurdên vê dawiyê jî banga piştevaniyê li rojnamevanan û raya giştî dike û dibêje “Em ji bo nîşandana ku nûçeyên wan ne tawan in, banga parvekirina wan nûçeyên rojmavanên Kurd çêkirine, ligel Ajansa Mezoptoma û JINNEWSê dikin ku bi girtinan hewil tê dayîn bên bêdengkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst