Dadgeha Bilind a Destûrê ya Tirkiyê derbarê doza 'Jêrzemînên Cizîrê' de biryar da
Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê (AYM) di dosyeya qedexeyên derketina derve de yên sala 2015an ên li navçeya Cizîrê ser bi parêzgeha Şirnex a Bakurê Kurdistanê biryar da ku mafê jiyanê nehatiye binpêkirin ku di wan qedexeyan de kesên sivîl jin û zarok jî di nav de 288 kes ji aliyê hêzên ewlekariya Tirkiye ve hatibûn kuştin.
Li gor Rojnameya Fermî ku îro 4ê Mijdara 2022ê hatiye belavkirin Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê bûyerên sala 2015an yên li navçeya Cizîrê biryara xwe eşkere kir.
Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdanên şexsî ku bi îdîaya “binpêkirina mafê jiyanê” derbarê bûyerên di dema qedexeya derketina derve li navçeya Cizîrê ser bi parêzgeha Şirnexê hatibûn kirin red kir û biryar da ku mafê jiyanê nehatiye binpêkirin.
Dadgehê bo biryara xwe hejmarek hincet rêz kirine û di yek ji wan hincetan de dibêje: “Li gor 17emîn madeya Destûra Bingehîn di rewşên pêwîst de bikaranîna çek û kuştina kesekî guncav e û li gor hiqûqê ye. Ev midaxeleya Dewletê li ser mafê jiyana wan kesan xwe dispêre yasayê û nabe wek suc bê qebûlkirin.”
Qedexeya derketina derve ya li navçeyên Silopî û Cizîrê yên Şirnexê di 14ê Kanûna 2015an de destpê kiribû û ew qedexe li Cizîrê di 2ê Adara 2016an de bi dawî bûbû.
Di dema qedexeyê de şerekî giran di navbera Artêşa Tirkiyê û Gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de destpê kir û di encam de 177 kes li 3 jêrzemînên cuda bi giştî 288 kes hatin kuştin.
Li gor raporên komeleyên mafên mirov, ji qurbaniyan 1 jê pitik 41 zarok û 22 ji wan jin bûn. Di nav wan qurbaniyan de keçek bi navê Cemîle Çagirga jî hebû ku termê wê bo dema 3 rojan di nav sarkerê de hatibû ragirtin.
Hevserokê Şaredariya Cizîrê yê HDPê Mehmet Tunc jî di yek ji wan jêrzamînan de bûbû qûrbanî.
Herwiha termê 14 kesan tevî ku malbatan nimûneyên DNAyê jî dane bo malbatên wan nehatine radestkirin.