Çavuşoglu derbarê YPGê de daxuyanî da: Pêşniyar ji Biden hat

04-11-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku li ser pêşniyara Amerîkayê dê grûpeke xebatê pêk bînin daku mijarên PKK/PYD/YPG, Cemaeta Gulen û S-400an ligel Amerîkayê gotûbêj bikin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di komîsyona Budce û Planê ya Parlamentoyê de derbarî budceya 2022an a saziyên girêdayî Wezareta Derve de axivî.

Çavuşoglu got, peywendiyên Tirkiyê ligel Rêveberiya Amerîkayê berdewam in û hevdîtina Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Amerîkayê Joe Biden a yekşema borî erênî bû.

Çavuşoglu got helwêsta Amerîkayê ya derbarê havkarîkirina PKK/PYD/YPG, hebûna Cemaeta Gulen li Amerîkayê û mijara S-400an de ligel rihê hevpeymaniyê nagunce û berî niha pêşniyara grûpeke hevbeş a kar kiribûn.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu wiha axivî: “Serokkomarê me di hevdîtina ligel Biden de ev mijar bi zelalî anîn ziman. Em dê grubeke ku van mijaran gotubêj bikin ava bikin. Wek hun dizanin berî niha me bo Amerîkayê pêşniyareke wiha kiribû. Lê vê carê  Îdareya Biden, Amerîkayê ev  pêşniyar kir. Niha em ligel saziyên peywendîdar ên wezareta xwe kar dikin derbarê pêkanîna grupê de û mijarên dê bên gotûbêj kirin.” 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst