Dadgeha Konyayê îdianameya doza kuştina malbata Kurd qebûl kir

04-11-2021
RÛDAW
Nîşan Komkujiya Konyayê Konya Malbata Dedeogullari Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Konyayê ya Tirkiyê, 4emîn Dadgeha Giran a Konyayê di doza kuştina malbata Kurd ya Dedeogullari de îdianemeya ji aliyê dozger ve hatibû amadekirin qebûl kir. Ji bo kesê bi navê Mehmet Altun ku 7 endamên malbata Kurd qetil kiribûn, 7 caran cezayê zindanê ya heta hetayê ya girankirî hat xwestin. Herwiha 5 gumanbarên dozê jî serbest hatin berdan.

4emîn Dadgeha Giran a Konyayê, di doza kuştina malbata Kurd ya Dedeogullari de îdianame qebûl kir. Dadgehê, gumanbarên girtî Veli Keleş, Ramazan Çalik, Yahya Çalik, Ali Çalik û Ali Keleş bi şertên edlî serbest berdan.

Di îdianameyê de ji bo kujerê malbata Dedeogullari, Mehmet Altun bi tometa “kuştina plankirî û bi hestên hov”, “binpêkirina parêzvaniya mal”, “şewitandina mal” û “hilgirtina çeka bê molet” bi giştî 7 caran cezayê zindanê yê heta hetayê yê girankirî hat xwestin. Herwiha meha Cotmehê jî biryara azadkirina hevjîna kujerê malbata Kurd, Zehra Altun, bavê wî Îbrahîm û dayika wî Îsmahan Altun hatibû dayîn. Di doza ku 13 kes hatibûn girtin, heta niha 8 kes serbest hatin berdan û tenê 7 girtî man.

Parêzerê malbatê Abdurrahman Karabulut li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Di êrîşa 12ê Gulanê de me daxwaza girtina 5 kesan û parastina malbatê kir. Bi serbest berdana 5 kesan bersiva me dan. Ji vê cirhet stendin qetlîam kirin. Ti daxwazake me ya lêkolînê nayê qebûlkirin. Niha 5 kesên din jî serbest berdan. Ez nikarim li rûyê muwekîlê xwe binêrim.”

Bûyera kuştina malbata Kurd

Kesê bi navê Mehmet Altun roja 30 Tîrmeha 2021ê li navçeya Meram a Konyayê li mala wan êrişî malbata Dedeogullari kiribû ku ji Qersa Bakurê Kurdistanê bûn û her 7 endamên malbatê bikom kuştibûn û agir berdabû xaniyê malbatê.

Malbata Dedeogullari, beriya 30 salan ji Qersa Bakurê Kurdistaê çûbû Konyayê û heyama 15 sal bûn li navçeya Meram niştecî bûbûn û li gor gotina wan 15 sal in bi berdewamî ji aliyê nijadperestên Tirk ve, êrîş li wan dihat kirin.

Navên endamên wê malbata Kurd ku bikom hatin kuştin; Yaşar Dedeogullari, Bariş Dedeogulları, Serpîl Dedeogullari, Serap Dedeogullari, İpek Dedeogulları, Metin Dedeogullari û Sibel Dedeogullari.

Kujerê malbata Kurd Mehmet Altun ku piştî êrişê reviyabû, roja 4ê mehê hatibû girtin. Serdozgeriya Komarî ya Konyayê ragihandibû, di çarçova lêpirsîn û lêkolînên wan de bikujê bi navê Mehmet Altun li nêzikî gundê Uçpinarlar ê ser bi navçeya Bozkir ve li Konyayê ji aliyê hêzên emnî ve hatiye girtin.

Peyamnêrê Rûdawê Şewket Herkî serdana wê malbata Kurd kiribû û li gorî gotina wê malbata Kurd, grûpa nijadperest a Tirk ji wan re gotine, ew neteweperest in û rê nadin ku ew li wir bijîn.

Malbata Kurd ji peyamnêrê Rûdawê re diyar kiribû ku şeva 12ê Gulana 2021ê grûpeke 60 kes bi dirûşmên nijadperest êrişî wan kir û ji wan re gotin, “Em nahêlin hûn li vir bijîn.”

Malbatê ji peyamnêrê Rûdawê ragihandibûn ku ew di bin êriş û gefê de ne û diyar kiribûn, ji ber ku ew Kurd in rastî êrişên nijadperest tên.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst