Temel Karamollaoglu: Ti pirsgirêkên Tirkan bi Kurdan re nîne

04-11-2019
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Partiya Saadetê 7mîn kongreya xwe saz kir
Partiya Saadetê 7mîn kongreya xwe saz kir
Nîşan Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Partiya Saadetê weke partiyeke mihafazekar û îslamî tê naskirin, lê di çend salên borî de partiya navborî xwe nêzîkî CHP kiriye ku ew jî partiyeke çepgir e.  Ji aliyê Saadetê ve car caran peyamên nêzikî HDP jî tên dan, lê  di heftemîn kongreya vê partiyê de çi peyamên cidî li ser meseleya Kurdan nehate dan. Karamollaoglu têne go ku ti pirsriêkên Tirk û Kurdan bi hev re nînin.

Heftemîn kongreyea asayî û mezin a Partiya Saadeté li Enqerê bi rê ve çû. Seroké Saadeté bi helbesteke Nazim Hikmet ê sosyalîst kongre da destpékirin û car car ji peyam di derbarê pirsa Kurdan de da.

Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu got: “Ti kêşeyên Tirkan bi Kurdan re nîne û çi kêşeyên Kurdan jî bi Tirkan re nîne.”

Parlementerekî Kurd  ê Partiya Saadetê jî pirsa Kurdan weke pirsa wekhevî û dadê bi navê kir.

Parlementerê Partiya Saadetê Abdulkadir Karaduman got: “Em hêvî dikin ku serdemeke nû dest pê bike û êdî çi alî hewla tinekirina aliyên  din nede. Em hêvî dikin ku em hemû bi hev re , li ser bingeh û esasê edalet, wekhevî û hiquqê bijîn û kêşeyên xwe jî çareser bikin.”

Di salona kongreyê de ji gellek welatên cihanî mêvan amadebûn lê ne ji Başur ne ji Bakur, ne ji Rojava û ne ji  Rojhilaté Kurdistanê ti aliyên beşdar nebûn.

Derbarê kesên bo kongreyê hatine vexwendin de Serokê Şaxa Amedê ya Partiya Saadetê Fesîh Bozan jî got: “Hemû partî li gorî biryarên yasayî hatine demazrandin, dibe ku îmhalkariyek hebe, ez nizanim ka kî dawet nekirine û kî dawet nekirine, lê eger ew dawet nekiribin şaşiyeke mezin e. Bi ya min lazim e hemû alî werin cem hev.”

Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu ku take namzed bû di encama kongreyê de careke din weke serokê partiyé hat helbijartin û 75 kesên endamên rêveberiya navendî û 11 kesên endamên lijneya disiplinê jî hatin destnîşankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst