Wezîrê Parastinê yê Îraqê dê biçe Tirkiyeyê

04-10-2023
RÛDAW
Nîşan Îraq Tirkiye PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Îraqê Sabit Ebbas sibe dê biçe Tirkiyeyê û bi Wezîrê Parastinê yê wî welatî Yaşar Guler bicive.

Ajansa Fermî ya Tirkiyeyê ragihand ku Wezîrê Parastinê yê Îraqê Sabit Ebbas roja Pêncşemê dê biçe Tirkiyeyê û li Enqereyê bi Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler re bicive.

Li gor zanyariyan Wezîrê Parastinê yê Îraqê li ser vexwendina fermî ya Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê diçe wî welatî.

Civîna Guler û Ebbas dê li avahiya Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê were kirin û biryar e Yaşar Guler bi merasîmeke leşkerî pêşwaziyê li hevtayê xwe bike.

Tê pêşbînîkirin ku di civînê li ser parastina herêmê û dualî ya her du welatan û hevkariya pîşesaziya parastina gotûbêj bê kirin.

Tirkiyeyê êrişên xwe yên asmanî zêde kirin

Ev civîn di demekê de ye Artêşa Tirkiyeyê piştî êrişa xwekujiya PKKê ya li dijî Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê ku 2 polîsên Tirkiyeyê tê de birîndar bûbûn êrişên xwe yên asmanî di nav axa Herêma Kurdistanê de zêde kirin.

Ji wê demê ve deverên Metîna, Xakurk, Qendîl û Gareyê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de bi balafirên şer bi giranî bombebaran dike.

Piştî vê operasyona asmanî Serokkomarê Îraqê Ebdulletîf Reşîd ragihandibû ku ew her êrişeke ku axa Herêma Kurdistan û Îraqê dike armanc red dike û banga rêzgirtina li serweriya axa Îraqê li Tirkiyeyê kiribû.

Reşîd herwiha gotibû, “Weke Îranê em dixwazin bi Tirkiyeyê re jî ji bo çareserkirina pirsgirêkan bigihêjin rêkeftinekê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst