STENBOL – 3 bira winda bûbûn: Termên wan hatin dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sancaktepeyê ya parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyeyê, termên 3 zarokên bira yên ku berî du rojan winda bûbûn hatin dîtin.

Li Taxa Hilalê ya navçeya Sancaktepeyê roja duşemê 3 birayên bi navê Berat (7), Baran (9) û Batuhan Sagin (11) salî winda bûbûn û ji bo dîtina wan xebatên lêgerînê dest pê kiribû.

Şeva borî nobedarê avahiya ku nû dihat çêkirin a li kêleka mala her sê birayan, di temelê avahiyê de ku bi avê hatibû dagirtin termê zarokekî dît û polîs agahdar kirin.

Li ser agahdarkirinê polîs, tîmên tenduristiyê û tîmên parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.

Piştî ku ava di temelê avahiyê de ji aliyê tîmên tîmên parastina sivîlan ve hat valakirin termê her sê zarokan hatin dîtin.

Termê her sê birayan ji bo karên otopsiyê veguhastin morga Saziya Bijîşkiya Dadî.

Hat zanîn ku her sê bira, şeva duşemê dema li ber mala xwe bi hev re dilîstin winda bûbûn.