Kiliçdaroglu: Em dê cil û bergên jinan ji rojeva siyasî derxînin

04-10-2022
RÛDAW
Partiyên Seadet û Pêşerojê piştevaniya banga Serokê CHPê dikin
Partiyên Seadet û Pêşerojê piştevaniya banga Serokê CHPê dikin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ragihand ku eger ew bibin desthilatdar dê mijara hicab an cîlûbergan bi yasayan bi temamî çareser bikin û Partiya Seadet û Partiya Pêşerojê jî piştevaniya vê helwesta Kiliçdaroglu kirin.

Bi nêzîkbûna hilbijartinên sala 2023 yên Tirkiyê, partiyên siyasî yên Tirkiyê behsa proje û wan babetan dikin ku bûne cihê gotûbêjan, yek ji wan babetan jî Hicab an jî cilûbergên jinan e.

Serokê CHP dibêje, eger ew bibin desthilat ew dê vê babetê ji rojeva siyasî derxînin û dizanin çawa çareser bikin. 

Partiyên Seadet û Partiya Pêşerojê jî piştevaniya helwesta Kiliçdaruglo dikin. Alîkarê Serokê Giştî yê AKPê jî daxwaz ji CHPê kir ku daxwaza lêborînê ji jinên Tirkiyê bike yan jî bêdeng bin, ji ber ku ji bo salên dirêj, jiyana wan têk dabû.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dibêje: “Rêya aştkirina Tirkiyê gelekî binjêr û serjêr e, divê em bi hev re vê rêyê bibirin. Yek ji wan birînan pirsa hîcabê ye. Me berê şaştî kirine, lê me zanî em dê çawa fêrbibin û biguherin.”

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dibêje eger ew bibin desthilat ew dizanin dê çawa vê pirsê çareser bikin.

Kiliçdaroglu herwiha got: “Dema wê hatiye em vê mijarê yek alî bikin û ji nav lêvên desthilatdaran de derxînin. Bi awayekî ku ligel yasayên gerdûnî di nav hevahengiyê de be, me çarçoveyeke yasayî amade kiriye. Em dê cil û bergên jinan ji rojeva siyasetê derxînin.”

Serokê Partiya Seadetê Temel Karamollaoglu ku partiyeke Îslamî ye li ser hesabê xwe ya Twitterê nivîsiye: "Em piştgiriyê didin banga birêz Kiliçdaroglu û giring dibînîn ku di aliyê yasayî de destkeftan mîsoger dike û dawî li kiryarên kêfî tîne."

Herwiha Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu bi rêya belavkirina li ser Twitterê piştgirî da gotinên Kiliçdaroglu û got: "Em banga Kiliçdaroglu bo garantîkirina yasaya hîcabê di her warî de, bo gihiştina aştiya civakî, binirx dibînim. Ji hemû partiyan û parlamentoyê daxwaz dikim piştgiriyê bidin vê proje-yasayê."

Van gotinên Kiliçdaroglu AK Partî hers kir. Cîgirê Serokê Giştiyê AKPê Ozlem Zengîn li ser Twitterê bersiva Kiliçdaroglu da û nivîsiye: "Li Tirkiyê qedexekirina hîcabê ku hûn xulqênerê neyasayî û qayîlkerê wê bûn, bidawî bû. Piştî hewqas salên ku we jiyana bi milyonan jinan têk da, yan lêborînê bixwazin an jî bêdeng bin."

Herçiqas Tirkiye dewleteke sekuler e, lê bi salan li zanîngeh û saziyên fermî hîcab qedexe bû. Di dema 20 salên deshilata AKPê de ev rewş guherî, lê hê jî ev mijar di rojevê deye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst