Oparasyoneke nû dijî Cemaeta Gulen hat destpêkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê 35 kes bi hinceta endambûna di Cemaeta Gulen de hatin desteserkirin, li Enqerê jî derbarê 16 kesan de biryara desteserkirinê hat dayîn.

Li Navçeya Uskudarê ya Stenbolê di operasyonekê de bi hinceta ku di dersxaneyekê de propagandeya Cemaeta Gulen kirine, 35 kes hatin desteserkirin.

Li gor agahiyên di medyaya Tirkiyê de hatine belavkirin, îro 4ê Cotmehê di operasyonekê de bo ser dersxaneyekê ku bi navê kesekî ne ji Cemaeta Gulen e, lê qaşo kesên diçin wê dersxaneyê hemû endamên Cemaeta Gulen in û dixwazin ji nû ve xwe organîze bikin, 35 kesên li wir beşdarî dersê bûne hatine desteserkirin.

Herwiha îro li bajarê Enqerê jî derbarê 16 kesan de ku tê îddîakirin endamên Cemaeta Gulen in biryara desteserkirinê hat dayîn.

Li gor daxuyaniya Serdozgeriya Enqerê, di encama lêpirsînên derbarê wê rêxistinê de bi hinceta “alîkariya malî” û “propagandeya rêxistinê” derbarê 16 kesan de biryara desteserkirinê hatiye dayîn.

Hatiye ragihandin ku bo desteserkirina wan kesan operasyona hatiye destpêkirin.