Hêzên Tirkiyê gundewarên Kobanî, Eyn Îsa û Til Temir topbaran kirin

04-10-2022
RÛDAW
Nîşan Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Tirkiyê şeva borî gundewarên her sê herêmên Kobanî, Eyn Îsa û Til Temir ên Rojavayê Kurdistanê topbaran û bombebaran kirin.

Rêveberê Navenda Ragihandinê ya HSDê Ferhad Şamî, li ser twitterê ragihand ku navçeyên Til Temir, Eyn Îsa û Kobaniyê ketine ber êrîşên artêşa Tirkiyê.

Şamî da zanîn ku di êrîşan de, hêzên Tirkiyê balafir û topxaneya giran bi kar anîne û ew navçe bi awayekî “hovane” topbaran û bombebaran kirine.

Rêveberê Navenda Ragihandinê ya HSDê got: “Hêzên me dê bê bersiv nemînin û dê tola qurbaniyên sivîl vedin.”

Li gor çavkaniyên xwecihî, di topbarankirina gundê Qeremoxê yê Kobaniyê de, herî kêm welatiyekî sivîl birîndar bûye, lê heta niha HSDê ti zanyarî derbarê ziyanan de belav nekiriye.

Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wê ve ku niha beşek ji axa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê di bin kontrola wan de ye, ji wan jî herêmên Serê Kaniyê, Girê Spî û Efrîn ên Rojavayê Kurdistanê û herwiha herêma di navbera Cerablus, Ezaz û El-Babê de, rojane navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de topbaran dikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst