Sirri Sureyya Onder hat berdan

04-10-2019
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê HDPê yê berê Sirri Sureyya Onder hat berdan.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sirri Sureyya Onder, ku duh Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê, derbarê wî de biryar da bû ku mafên wî hatine binpêkirin, îro dadgeha herêmî jî biryara berdana wî da.

Piştî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê di derbarê parlementerê berê yê HDPê Sirri Sûreyya Onder de, ku gotibû mafê wî yê azadiya xwe-îfadekirinê hatiye binpêkirin, îro parêzerê wî Remezan Demîr ragihand ku nivîsa azadkirina wî hatiye amadekirin û dê îro ji zindana Kandirayê bê berdan.

Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê tohmetbarkirina parlamenterê HDPê yê berê Sirrî Sureya Onder bi “propagandaya ji bo rêxistina terorê” û sepandina cezayê 3 sal û 6 mehên girtîgehê bi ser wî de, ji ber axaftineke wî ya sala 2013 a di mîtînga Newrozê de li Kazilçeşmeyê red kir û ragihand, mafê azadiya derbirînê yê Onder hatiye binpêkirin.

Onder ji 6ê Kanûna 2018an ve bi tohmeta propagandaya ji bo rêxistina terorê hatibû girtin û li zînadana Kandira ya parêzgeha Kocaeliyê girtîbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst