Serokkomarê Misirê piştî 12 salan li Tirkiyeyê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê li Enqereyê pêşwazî li Serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî kir.

Balafira ku Serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî û şandeya pê re gihand Enqereyê li Balafirgeha Esenbogayê daket.

Di merasima pêşwaziyê de Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Parêzgarê Enqereyê Vasip Şahîn û gelek kesên peywendîdar amade bûn.

Erdogan û Sîsî demekê li Salona Rûmetê ya Balafirgeha Esenbogayê rûniştin û piştre bi wesayîteke fermî çûn Kuliyeya Serokkomariyê.

Erdogan û Sîsî piştî hevdîtinê dê beşdarî Civîna Konseya Hevkariya Stratejîk a Asta Bilind bibin.

Merasîma îmzekirina peymanê û civîneke hevpar a çapemeniyê bi beşdariya her du serokkomaran were lidarxistin.

Erdogan dê ji bo rêzgirtina Sîsî şîva fermî bide.