ISIG: Meha tebaxê 179 karkeran canê xwe ji dest daye

Hewlêr (Rûdaw) –  ISIGê ragihand ku di nava meha tebaxê de 179 karkeran canê xwe ji dest daye.

Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ISIG) rapora xwe ya Tebaxa 2024an a li ser mirina karkeran ragihand.

Di raporê de hat diyarkirin ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di meha tebaxê de 179 karkeran li ser kar canê xwe ji dest daye.

Meha tebaxê herî zêde di sektorên avahîsazî, rêyan û çandiniyê de mirinên li ser kar çêbûne.

Di sektora çêkirina avahî û rê û piran de 47 karkeran, di sektora çandiniyê de 39 karkeran, di sektora veguhastinê de 24 karkeran, di sektora otel û cihê manê de 10 karkeran û di sektora kanzayan de 8 karkeran canê xwe ji dest daye.

Ji sedî 23yê karkeran ji cihekî bilind ketine û ji sedî 20ê karkeran di qezayên trafîkê de canê xwe ji dest daye.

Herî zêde li parêzgehên Stenbol û Aydinê yên Tirkiyeyê karkeran canê xwe ji dest daye.